Amsterdam êdî geştyarên ku bi tenê ji bo pîrozbahiyê bên naxwaze

Amsterdam ku paytexta Hollandayê ye, di serî de xortên ciwan ên Îngîlîz, ji bo geştyar dev ji bikaranîna zêde ya tiryak û vexwarina zêde ya alkolê berdin, dest bi kampanyayê kir.

Şaredariya Amsterdamê, li dijî bikaranîna tiryakê û vexwarina zêde ya alkolê ya geştyaran li kampanyayan didomîne.

Armanca kampanyayê ew e ku geştyar bi tenê ji bo çêkirina partiyê, bikaranîna tiryakê û vexwarina alkolê neçin Amsterdamê.

Li gor daxuyaniya çapemeniyê ya şaredariyê, armanca kampanyayê, xortên ciwan ên Îngilîz ên navbeyna 18 û 35 salî ne.

Di daxuyaniya çapemeniyê de wiha hat gotin: ‘’Ev reklam, wê risk û encamên wek reftarên necivakî, cezayê pere yê bikaranîna zêde ya tiryakê û vexwarina zêde ya alkolê, girtin, qeyda sicîlê ya edlî, razana li nexweşxaneyê û nebaşbûna tenduristiya mirov nîşan bidin.’’

Alîkarê Şaredar Sofyan Mbarkî, got: ‘’Ziyaretkar wê bi kêfxweşî bên pêşwazîkirin, lê eger bi kirinên nebaş rabibin û mirov aciz bikin, na.’’

Ji meha Gulanê û pê ve, wê li navçeya Red Lightê li cihên giştî kişandina esrarê qedexe bibe.