CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Fas, di hilbijartinên serokatiya Konseya Mafên Mirovan a NY’ê de bi ser ket
Omar Znîberê ku li Cenevreyê Nûnerê Daîmî ya NY’ê ya Fasê ye, di encama dengdayînên veşartî ji bo sala 2024’an weke Serokê Konseya Mafên Mirovan hat bijartin. -
Elmanya wê jinûve çekan bifroşe Erebistana Siûdî
Hikûmeta Elmanyayê ragihand ku wê firotina fuzeyên ji bo Erebistana Siûdî pesend kiriye û ambargoya demdirêj a li ser hinardekirina çekan ji bo Riyadê rakiriye. -
Blînken: Em piştgiriyê didin pêngavên ji bo avakirina dewleta Fîlîstînê
Wezîrê Derve yê DYE’yê Antony Blînken li bajarê Ramallaha Şerîeya Rojava, bi Serokê Rêveberiya Fîlîstînê Mehmûd Ebas re hevdîtinek pêk anî û di hevdîtinê de careke din anî ziman ku DYE piştgiriyê dide gavên şênber ên ji bo avakirina dewleta Fîlîstînê. -
Şerê Xezeyê di roja 96'an de ye: 23 hezar û 357 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku li Şerîda Xezeyê, ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 23 hezar û 357 kes hatine kuştin. -
Li peravên Yewnanistanê trajediyeke din
Hat ragihandin ku li peravên girava Mîdîllîyê ya Yewnanistanê ya li Behra Egeyê di encama noqbûna keştiya koçberan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 18 kes jî hatine rizgarkirin. -
Li DYE’yê bahoz rabû: Herî kêm 3 kes mirin
Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bahoz bû sedema balîsokan û di encamê de sê kes mirin. Ji ber ba û berfê jî li bakurê welêt bi sed hezaran mal bê elektrîk man. -
DAÎŞ'ê li Kabûlê careke din êrîş kir: 3 kes mirin
Li rojhilatê Kabûlê ya paytexta Efxanistanê, di encana êrîşekê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş girt ser xwe. -
Li Sistan-Belûcistanê polîsekî Îranê hate kuştin
Li eyaleta Sistan-Belûcistanê ya li başûrrojhilatê Îranê, di êrîşeke li ser qereqola polîsan de polîsek hate kuştin. -
Di 2023’yan de zêdetirî 6 hezar koçberên hewl didan xwe bigihînin Spanyayê winda bûn
Rêxistina sîvîl a Îspanyayê Caminando Fronteras ragihand ku di sala 2023’yan de herî kêm 6 hezar û 618 koçber dema hewl didan xwe bigihînin Spanyayê yan mirin an jî winda bûn. -
Ciwantirîn Serokwezîrê Fransayê: Gabrîel Attal
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Gabriel Attalê 34 salî weke serokwezîrê nû wezîfedar kir. Gabrîel Attal di dîroka komara Fransa de bû ciwantirîn serokwezîr û di heman demê de bû yekem kes ku bi awayekî eşkere hevzayendîbûna xwe diyar kiriye. -
Li eniya Lubnanê xetere mezin dibe
Li başûrê Lubnanê di êrîşeke Îsraîlê de ya li ser wesayitekê, sê endamên din ên Hîzbûllahê hatin kuştin. -
Karwanê koçberan ber bi DYE’yê dimeşe
Karwanekî ku herî kêm ji hezar koçberan pêk tê, bi sûcdarkirina rayedarên xwecihî ku derew li wan kiriye, roja Duşemê ji başûrê Meksîkayê ber bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ve meşa xwe dewam kir. -
Çînê peykên nû şand fezayê
Çînê roja Sêşemê roketa barhilgir a Long March-11 bi awayekî serketî ber bi fezayê ve şand û 3 peyk li dora cîhanê bi cih kir. -
Ji WHO’yê perwerdehiya li dijî tundiya li dijî jinê
Ofîsên herêmî yên Ewropa û Rojhilata Navîn yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) xizmetek ji bo başkirin û pêşvebirina tîmên tenduristiyê yên li ser jinên mexdûrê tundiya fîzîkî û cinsî kar dikin, dan destpêkirin. -
Li Elmanyayê çalakiyên cotkaran dest pê kirin
Li dijî planên hikûmeta federal a Elmanyayê ya ji bo qutkirina alîkariyên çandiniyê, çalakiyên protestoyî dest pê kirin. -
Li Libnanê berpirsekî payebilind ê Hizbullahê hate kuştin
Hate ragihandin ku rayedarekî payebilind ê leşkerî yê Hizbullahê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li başûrê Libnanê hatiye kuştin. -
Di şerê Xezeyê de rewşa dawî
Li gorî bîlançoya dawî ya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ve hate eşkerekirin, ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de nêzî 23 hezar kes hatin kuştin. -
Di erdheja Japonyayê de 168 kes mirin û 323 kes jî winda ne
Li gorî bîlançoya nû di erdheja Japonyayê de heta niha 168 kesan jiyana xwe ji dest dane, 323 kes jî winda ne. -
Li Xezeyê di 24 saetan de 113 kes mirin, di sê mehan de 22 hezar û 835 kes mirin
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji 7’ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 22 hezar û 835 kes mirin. -
Somaliyê peymana deryavaniyê ya Etîyopya-Somalîland betal kir!
Serokkomarê Somaliyê Şêx Mohamûda peymana deryavaniyê ya di navbera Etîyopya û Somalîlandê de ku weke “derqanûnî” didît, betal kir. -
Şerê li Xezeyê kete meha çaran
Şerê navbera Îsraîl û Hamasê roja Yekşemê kete meha çaran. Sibeha Yekşemê jî Îsraîlê êrîş bir ser Xezeyê. -
Erdheja li Japonyayê: Hîn jî zêdeyî 220 kes winda ne
Hat zanîn ku ji ber erdheja li Japonyayê hîn jî bi sedan kes winda ne. -
Li Kabûlê êrîşa DAÎŞ'ê: 2 kes hatin kuştin
Roja Şemiyê li taxeke Şîa ya paytexta Efganistan Kabûlê, di otobusekê de teqîn pêk hat û di encamê de 2 kes mirin. Çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya êrîşê girt ser xwe. -
Li Iraqê êrîşa DAÎŞ'ê: 2 çekdarên Heşdî Şabî hatin kuştin
Li parêzgeha Selahedînê ya Iraqê, di êrîşeke DAÎŞ'ê de 2 çekdarên Heşdî Şabî hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. -
Êrîşî baregehên DYE’yê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin
Hêzên Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi balafirên bê mirov êrîşî baregehên DYE’yê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.