CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Lenîn li Rûsyayê piştî 100 salan hat jibîrkirin û biçûkxistin
Lenînê ku rêberê şoreşa Bolşevîkê ye, piştî mirina xwe sed salan bi taybetî ji ber polîtîkayên ku Vlademîr Pûtîn ku Stalîn tercîh dikir bi gelemperî ji alî Rûsan ve hat jibîrkirin. Li Qada Sor tenê gora wî ma. -
Di şerê Xezeyê de roja 107'an: Zêdeyî 25 hezar kes mirin
Di roja 107'an a şerê li Şerîda Xezeyê de Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê bîlançoya nû weşand û diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê de zêdeyî 25 hezar kes hatine kuştin. -
Li Tel Avîvê bi hezaran kes li dijî Netanyahû daketin qadan
Li paytexta Îsraîl Tel Avîvê bi hezaran kes ji bo çûyîna Serokwezîrê rastgirê tund û alîgirê şer Benyamîn Netanyahû daketin qadan. -
Serokwezîrê Slovakyayê: Ûkrayna bi temamî di bin kontrola DYE'yê de ye
Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fîco îdîa kir ku Ûkrayna dewleteke 'serbixwe û serwer' nîne û got, endametiya Ûkraynayê ya li nava NATO'yê wê şerê sêyemîn ê cîhanê bide destpêkirin. -
Li Iraqê li dijî baregeha DYE êrîşa bi fuzeyên balîstîk pêk hat
Fermandariya DYE’yê ya Rojhilata Navîn (Centcom) ragihand ku roja Şemiyê li dijî baregeha DYE’yê ya li Iraqê êrîşa bi fuzeyên balîstîk pêk hatiye û leşkerek Iraqê birîndar bûye û dibe ku leşkerên DYE’ê jî yê birîndar hebin. -
Bi fuzeyan li rêveberên Mihafizên Şoreşa Îranê hate xistin - NÛ BÛ
Di êrîşa fuzeyî de ku hat diyarkirin ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin, li Şamê bînayeke 4 qatî hate hedefgirtin û reveberên Mihafizên Şoreşa Îranê hatine kuştin. -
DYE û Îngilistanê êrîşeke nû li dijî Hûsiyan pêk anîn
Hat ragihandin ku DYE û Îngilistanê 2 caran êrîşî bajarê Hûdeyde kirine. -
Li Kongoyê karesata lehiyê: Pêdiviya 350 hezar kesî bi alîkariya lezgîn heye
Berpirsê Kordînasyona Alîkariyên Mirovî ya Saziya Neteweyên Yekbûyî (Ocha) ragihand ku li Komara Demokratîk a Kongoyê pêdiviya zêdetirî 350 hezar mexdûrên lehiyê bi alîkariyên mirovî yên lezgîn heye. -
Li Îrlandaya Bakur bi deh hezaran karmend dest bi grevê kirin
Li Îrlanda Bakur bi deh hezaran karmendên ji ber du salan hêza kirînê xirabtir bûye, dest bi greva bêhempa kirin. -
Li Mynmarê bi sedan leşker revîn Hindistanê
Hat ragihandin ku li Myanmarê li dijî pêşveçûna hêzên serhildêr 300 leşkerên cûnta revîne Hindistanê. -
Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan gihîşt 25 hezarî
Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê da zanîn ku ji 7’ê Cotmehê heta niha di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê de 24 hezar û 762 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
NATO wê ji Şerê Sar û vir ve tatbîqata xwe ya herî mezin pêk bîne
Tifaqa Atlantîk NATO, wê ji Şerê Sar û vir ve tatbîqata xwe ya herî mezin a leşkerî pêk bîne. Hate ragihandin ku tatbîqat wê ji hefteya bê û pê ve destpê bike û 90 hezar leşkerên NATO'yê tevlî bibin. Tatbîqat wê bi mehan dewam bike. -
Li Îtalyayê herêmek li ser kûçikan testa DNA’yê pêk tîne
Li herêma Bolzanoya xweser a bakurê Îtalyayê xwediyên kûçikan, dê mecbûr bimînin ku bi 65 EURO’yan testa DNA’yê li ajalên xwe yên kedî bikin. -
Bîlançoya êrîşa Pakistanê ya li Îranê giran bû
Hate ragihandin, hejmara kesên di êrîşa Pakistanê de ya li ser eyaleta Sistan-Belûcistanê ya Îranê jiyana xwe ji dest dane, bûye 9 kes. -
Pakistanê êrîş bir ser Îranê: 4 zarok û 3 jin mirin
Piştî êrîşa Îranê ya li ser Pakistanê, Pakistanê jî bi heman hincetê êrîşî Îranê kir. Li gorî medya Îranê herî kêm 3 jin û 4 zarok mirin. -
Guterres: Pevçûna Îsraîl û Lubnanê wê bibe karesateke mezin!
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hişyar kir ku di navbera Îsraîl û Lubnanê de heke “pevçûnek berfireh a topyekûn wê rê li ber karesateke mezin” veke. -
Li Başkurdistana Rûsyayê pevçûn derket
Li Başkurdistana komara federal a girêdayî Rûsyayê, di protestokirina cezayê 4 salan yê mixalîfekê de pevçûn derket. -
Hamasê bîlançoya nû eşkere kir: 24 hezar û 448 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê 24 hezar û 448 Fîlîstînî hatine kuştin. -
Hikûmeta Bexda gilî li Îranê kir
Hikûmeta Iraqê piştî êrîşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê ya li ser Hewlêrê, li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Neteweyên Yekbûyî gilî li Îranê kir. -
Di 2023’yan de pêla koçberiyê ya ber bi YE’yê ve zêde bû
Ajansa Çavdêriya Sînor a Ewropayê Frontex diyar kir ku di sala 2023’yan de li gorî sala borî hejmara hatinên neqanûnî yên nava Yekîtiya Ewropayê (YE) ji sedî 17 zêde bûye. -
Li Rîoyê ji ber lehiyê 12 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li herêma Rîo de Janeîro ya Brezîlyayê ji ber lehiya ku dawiya hefteyê rabûyî, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo alîkarî dayîna mirovên ku di bin kavilan de mane, kar û xebatên rizgarkirinê didomin. -
Bexdayê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir, bang li sefîrê xwe kir
Hikumeta Iraqê êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kir û bang li sefîrê xwe yê bilind ê li Tehranê kir. -
Şerê li Xezeyê di roja 102. de ye: 24 hezar û 285 kes mirin
Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, di êrîşên Îsraîlê de ji 7'ê Cotmehê û vir ve 24 hezar û 285 Fîlîstînî hatin kuştin. -
Li Fransayê cara yekem: Ji bo pisîka bi lêdanê mir kuşt wê tazmînatê bide
Dadgeha Cezayê ya Lille ji ber zerar daye pisîkê cazeyê tazmînatê li kesekî birî. Ev biryar li Fransayê bû biryara yekem. -
OXFAM’ê bertek nîşanî dewlemendtirbûna milyarderan da
Beriya vekirina Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF), OXFAM'ê raporek weşand û bal kişand ser zêdebûna newekheviya cîhanî.