CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Brezîlyayê ji ber ba û bahozê herî kêm 12 kes mirin
Li başûrrojhilatê Brezîlyayê ji ber bahozê herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bahozê bi taybetî bandoreke giran li eyaleta Rîo de Janeîro kir. -
Di êrîşa Moskowê de herî kêm 133 hatin kuştin
Hejmara kesên kuîdi êrişa li dijî salona konserê ya li paytexta Rûsyayê Moskowê de jiyana xwe ji dest dan, gihaşt 133'yan. -
Komkujiya li Moskowayê: Hejmara miriyan zêdetir dibe - NÛ BÛ
Di komkujiya li Moskowayê de hejmara miriyan derket 93’yan. -
DAÎŞ’ê êrîşa li Moskowayê girt ser xwe
DAÎŞ’ê êrîşa li Moskowayê ya li dijî salona konserê girt ser xwe ku di êrîşê de herî kêm 40 kes hatin kuştin. -
Li Moskowê êrîşî salona konserê hat kirin: Gelek kesan jiyana xwe ji dest da
Gelek êrîşkar êrîşî saloneke konserê ya li Moskowê kirin. Hat diyarkirin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûne. -
Rûsyayê cara ewil ragihand ku ew li Ûkraynayê 'di nava şer de ye'
Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov di daxuyaniyekê de got ku Rûsya cara ewil li Ûkraynayê ‘di nava şer’ de ye. Ji bo Rojava jî têgeha ‘Rojavaya Kolektîf’ hate bilêvkirin. -
Îsraîlê li Şerîa Rojava dest danî ser zeviyên ji 800 hektarî
Hikumeta Îsraîlê ragihand, roja ku Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blînken serdana Îsraîlê kir, li Geliyê Urdunê yê Şerîa Rojava ya di bin dagirkeriyê de ye qadeke ji 800 hektarî desteser kiriye. -
Çînê 36 balafirên xwe yên leşkerî şand derdora Taywanê
Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku li derdora Kendava Taywanê 36 balafirên Çînê yên leşkerî hatine tespîtkirin. -
Li Efxanistanê êrîşa DAÎŞ’ê: 3 mirî
Li bajarê Kandahar yê li Başûrê Kurdistanê di êrîşa xwekujî ya ku li ber bankeyekê pêk hat 3 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Paşînyan: Eger em hin gundên stratejîk nedin Azerbaycanê wê şer destpê bike
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyanî got, eger di mijara îadekirina hin gundên Erîvanê de yên stratejîk ên ji bo Azerbaycanê lihevkirinek pêk neyê, wê şer destpê bike. -
Cotkarên Polonyayê deriyên sînor ên bi Elmanyayê re dorpêç kirin
Cotkarên Polonî protestokirina rêziknameyên Peymana Kesk a Ewropayê û derhanîna berhemên ji derveyî Yekîtiya Ewropî didomînin. Du deriyên mezin ên sînor ên bi Elmanyayê re dorpûç kirin. -
Borrell: Şerîda Xezeyê êdî 'goristaneke servekirî ye'
Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell diyar kir ku Şerîda Xezeyê beriya niha 'girtîgeheke servekirî bû', lê êdî bûye 'goristaneke servekirî'. -
Kabûl li ber êrîşa Pakistanê rabû: Wê encamên xwe hebin!
Rejîma Talîbanê ya li Efxanistanê piştî êrîşa hewayî ya Pakistanê a li ser du bajarên Efxanistanê ku jin û zarok jî di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest da, hişyarî da got: "Dibe ku encamên neyên kontrolkirin rû bidin." -
UNICEF: Rewşa li Haîtiyê giran e
Dîrektora bi cihanînê ya Unicefê ragihand ku rewşa li Haîtiyê, ku welatekî Karabîk ê xizan e û rastî şîdeta çeteyan tê giran e. -
Di Serokdewletiya Rûsyayê de Pûtîn bi ser ket
Li gorî anketa li ser encamên dengdanê, bi rêjeya ji sedî 87,8 Pûtîn di hilbijartina Serokdewletiya Rûsyayê de bi ser ket. -
Netanyahû: Zexta navneteweyî wê operasyona li dijî Refahê asteng neke
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû roja Yekşemê daxuyanî da û diyar kir ku “zexta navneteweyî” wê destpêkirina operasyona li dijî bajarê Refahê nekare asteng bike. -
Nîjer hevkariya leşkerî ya bi DYE’ê re bi dawî kir
Li paytexta Nîjer Nîamey’ê artêşa desthilatdar, îdîa kir ku hebûna Emerîkayê ‘derqanûnî’ ye û peymana hevkariya leşkerî ya bi Washîngtonê re ku di sala 2012'an de hat îmzekirin, bi dawî kir. -
Li Efganistanê qeza: Herî kêm 21 kes mirin
Li başûrê Efganistanê otobusek destpêkê li motorsîkletekê, piştre jî li tankerekê ket. Di encamê de herî kêm 21 kes mirin, 38 kes jî birîndar bûn. -
Li Îzlandayê volkan teqiya: Rewşa awarte hate ragihandin
Li nîvgirava Reykjanes a li Îzlandayê, ji xeteke nû ya volkanîk lav herikî. Êvara Şemiyê polîsan rewşa awarte ragihandin. -
Parlamenterên Spanyolî biryar dan ku alîgirên serxwebûna Katalanê bên efûkirin
Pêşnûmeya ku ji aliyê hikûmeta Sosyalîst a Pedro Sanchez a li Spanyayê ve ji bo piştgiriyê bide serxwebûnxwazan pêşniyar kiribû, li hemberî 172 dengan bi 178 dengî hate qebûlkirin. Pêşnûme li Senatoyê li hêviya dengdanê ye. -
Paşînyan ji bo endamtiya YE’yê banga şêwira neteweyî kir
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan bang li hemwelatiyan kir ku li ser îhtîmala bûyîna endamtiya Yekîtiya Ewropayê nîqaş bikin. -
Bijîşkan ji bo Îmraliyê bang kirin: Pêwîstî bi destwerdanek lezgîn heye
Koma Xebatê ya Bijîşkan a Kurd-Akadê raporek derbarê girtîgeha Îmraliyê de amadekirin û gotin, pêwîtî bi destwerdaneke lezgîn heye. -
Li Rûsyayê wê 15'ê Adarê serokdewlet bê hilbijartin
Li Rûsyayê ji bo hilbijartina serokdewlet bang li 112 milyon hilbijêrî hate kirin ku 15'ê Adarê tevlî hilbijartinê bibin. Vladîmîr Pûtîn ku çaryek sedsal e li ser desthilatdariyê ye, tê payin ku careke din bê hilbijartin. -
Li Îranê hejmara kesên ku diçin mizgeftan kêm bûye
Li gorî rapora kanala nûçeyan a Iran Internationalê ku ji sala 2017’an ve li Londonê ye, wezîrê çandê Mihemed Mehdî Îsmaîlî got ku hejmara kesên ku diçin mizgeftan niha bi awayekî "zêde" kêm dibe. -
Li Efxanistanê di sê hefteyan de herî kêm 60 kes mirin
Wezareta Afedê ya Efxanistanê ragihand ku ji ber berf û baranê di sê hefteyên dawî de li Efxanistanê herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane.