CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Muxalîfê Rûs Navalnî li girtîgehê mir
Li Rûsyayê, muxalîf Aleksey Navalnî ku li girtîgeheke li Cemsera Bakur di nava şert û mercên giran de dihate hiştin, jiyana xwe ji dest da. -
Li gorî Moskowê îdîaya 'li fezayê çekên nûkleerî heye' bêbingeh e!
Rûsyayê nûçeyên di medyaya Amerîkayê de yên ku dibêjin Moskow plan dike ku çekên nûkleerî li fezayê bi cih bike wekî "bêbingeh" bi nav kir. -
Li gel hevdîtinên li ser agirbestê jî gefa Îsraîlê ya li ser Refahê dewam dike
Li gel hişyariyên ji qada navneteweyî û hevdîtinên bi Hamasê re li ser agirbestê têne kirin, Îsraîl di plana xwe ya êrîşeke berfireh a li ser Refahê de israr dike. -
Li Îran di xetên xazê de du teqîn pêk hatin
Li Îranê di xetên belavkirina xazê de du teqîn pêk hatin. Rayedaran îdia kirin ku ev kiryareke "sabotaj û terorîzmê ye". -
Abbas banga ‘îmzekirina peymaneke bi lez’ li Hamasê kir
Serokê Rêveberiya Fîlîstînê Mahmûd Abbas ji bo parastina gelê Fîlîstînê ji ‘karesateke nû’ banga ‘Îmzekirina peymaneke bi lez’ li Hamasê kir. -
Li Xezeyê 103 kesên din hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê û vir ve 28 hezar û 576 kes hatine kuştin. -
Li Îranê kampanya hilbijartinê ya Meclîsa Pisporan destpê kir
Meclîsa Pisporan wê 1'ê Adarê bê hilbijartin ku meclîs ji tayînkirina Lîderê Olî berpirsyar e. Kampanya hilbijartinê destpê kir. -
NY: Sûriyeyiyên ku vedigerin welatê xwe bi êşkence û tundiya zayendî re rû bi rû dimînin
Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku penaberên Sûriyeyê yên ku vedigerin an jî tên dersînorkirin-li Sêriyeyê bi binpêkirinên mafên mirovan, êşkence û tundiya zayendî re rê bi rê dimînin. -
Li ser sînorê Azerbaycan-Ermenistanê 2 leşkerên Ermen hatin kuştin
Hate ragihandin ku li ser sînorê Ermenistan-Azerbaycanê, di şer de 2 leşkerên Ermen hatine kuştin. -
Îsraîl guh nade hişyariyan: Li Refahê nêzî 100 kes hatin kuştin
Îsraîl li gel nerazîbûnên zêde jî bombardûmaneke giran li ser Refahê dike ku nêzî sînorê Misrê ye. Di operasyonên bi şev de nêzî 100 kes hatin kuştin. -
Gefa Îsraîlê ya li ser Refahê tirs û fikaran zêde dike
Îsraîlê ferman da ku li Refahê operasyon bê kirin ku zêdeyî 1,3 milyon mirov lê ne ku piraniya wan ji Xezeyê reviya bûn û xwe lê girtine. Ji ber vê yekê jî tirs û fikar zêde bûne ku komkujî û krîzeke nû ya mirovî rû bide. -
Hilbijartinên Pakistanê: Alîgirên serokwezîrê berê yê girtî li pêş in
Alîgirên serokwezîrê berê yê girtî yê Pakistanê Îmran Han di hilbijartinên roja Înê de li pêş in. Hêj encama nîvê sindoqan hatiye eşkerekirin. -
Di şerê Xezeyê de rewşa dawî
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve li Şerîda Xezeyê piraniya wan jin, zarok û ciwan 27 hezar û 947 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Sûdanî: Divê hêzên koalîsyonê ji Iraqê derkevin
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku ew li ser bidawîkirina hebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê bi israr in. -
Li Parîsê 2 nijadperestên Tirk ji ber ‘pesnê terorîzmê dan’ hatin binçavkirin
Hat ragihandin ku li paytexta Fransa Parîsê 2 nijadperestên Tirk ji ber "pesnê terorîzmê dan” hatin binçavkirin. -
Li peravên Tûnisê keştiyek noqî binê avê bû: 13 koçberên Sûdanî mirin
Li peravên Safakesê yê Tûnisê, keştiyek ku koçber tê de bûn noqî binê avê bû. Di encamê de 13 koçberên Sûdanî mirin, 27 jî winda ne. -
Li Şerîda Xezeyê heta niha 27 hezar û 840 kes hatine kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heya niha di encama êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê 27 hezar û 840 kesî jiyana xwe ji dest dane. -
Hikumeta Bexdayê: Koalîsyon veguheriye faktora nearamiyê
Berdevkê leşkerî yê Serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku koalîsyona navneteweyî li Iraqê veguheriye 'faktora nearamiyê'. -
Di êrîşa DYE’yê de ya li Bexdayê fermandarekî payebilind ê Hizbullahê hate kuştin
Di encama êrîşa DYE’yê de ya li paytexta Iraqê Bexdayê şeva Çarşemê, fermandarekî payebilind ê Tabûrên Hizbullahê ku bi alîgirê Îranê tê hesibandin hate kuştin. -
Li Bexdayê êrîşa li dijî Hîzbûllahê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da - NÛ BÛ
Li Bexdayê wesayîteke Hîzbûllaha Iraqê bi dronê hedef hat girtin. Hat îdiakirin ku êrîşa ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane ji aliyê DYE'yê ve hatiye kirin. -
Li gorî Îranê tu egerên hebûna DYE’yê li Rojhilata Navîn tune ne
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî anî ziman ku tu egerên hebûna leşkerên DYE’yê li Rojhilata Navîn tune ne û berovajî vê yekê ji bo ewlehiya herêmê tehdîd e. -
Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan nêzî 28 hezarî bû
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heya niha li Xezeyê di encama êrîşên Îsraîlê de hejmara Filistîniyên ku hatine kuştin, bûye 27 hezar û 708 kes. -
Di êrîşa Îsraîlê de herî kêm 10 kes mirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê de yên li ser bajarê Hûmsê 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Fîlîpînê erd şemitî: Herî kêm 5 kes mirin, 31 kes birîndar bûn
Li herêmeke çiyayî ya li başûrê Fîlîpînê erd şemitî. Di karesatê de ku ji ber baranê rû da, herî kêm 5 kes mirin, 31 kes jî birîndar bûn. -
Şerê Xezeyê di roja 123'an de ye
Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, di êrîşên Îsraîlê de heta niha 27 hezar û 585 kes hatin kuştin.