Zêdeyî nîvê gelê Fransayê, mêtîngeriyê weke sûcekî dibîne

Di nîqaşên li ser dîroka mêtîngeriyê de, ku di rojên dawî de ji nû ve bû rojeva Fransayê, derket holê ku nîvê gelê Fransayê mêtîngeriyê weke sûcekî li dijî mirovahiyê dibîne.

Emmanûel Macron, ku weke favoriyê hlibijartina Serokkomariyê te dîtin, di dawiya hefteyê de bû mêvanê qenaleke televîzyonê ya li Cezayîrê û got, "Mêtîngerî parçeyek ji dîroka Fransayê ye. Mêtîngerî sûcekî li dijî mirovahiyê ye."

Hêzên çep û lîberal dest dan van gotinên Macron. Hêzên rastgir û rastgirên tund, ku hevrikên wî yên herî mezin in, li ber van gotinan rabû bûn. Namzetê rastgir Françoîs Fîllon ku navê wî bi gelek bûyerên sosret ket rojevê û namzeta rastgir a tund Marîne Le Pen îdîa kiribûn, ku divê Macron lêborînê bixwaze.

Tevî partiyên rastgir, ku gotinên Emmanûel Macron weke firsendeke girîng dibînin, her wiha 150 neteweperestên duh li Toûlonê mîtîng lidar xistin, ji ber van gotinên li ser dîroka mêtîngeriyê, Macron bi 'xayîntiyê' sûcdar kirin.

Ji ber nerazîbûnan, Emmanûel Macron ji Fransayiyên li mêtîngeriyên weke 'Pied noirs' tê zanîn, lêborîn xwest.

NÎVÊ GEL, DÎROKA MÊTÎNGERIYÊ QEBÛL NAKE

Li aliyê din, li gorî anketek şîrketa IFOP'ê, tenê nîvê gelê Fransayê li ser mêtîngeriyê mîna Macron difikirin.

Ji sedî 51 ê beşdarên anketê, mêtîngeriyê weke 'sûcekî li dijî mirovahiyê' dibîne.

Rêjeya mirovên bawer in ku divê Fransa ji welatên lê mêtînger bû lêborînê bixwaze, ji sedî 52 ye.

Li gorî anketê, ji sedî 85 ê sempatîzanên partiya bi navê En Marche ya bi serokatiya Emmanûel Macron, û ji sedî 26 ê hilbijêrên Marîne Le Pen a nîjadperest, mêtîngeriyê weke 'sûcê li dijî mirovahiyê' dibînin.

Bi giştî ji sedî 70 ê hilbijêrên çep destekê didin Macron. Ji sedî 27 ê hilbijêrên rast jî destekê didin Macron.