Keştiya navborê, duh li peravên bi 10 kîlometreyan dûrî paytexta Lîbya Cerablûsê ne, noqî binê avê bû. Û tenê 23 penaber karîbûn bi saxî werin rizgarkirin.
Li gorî îfadeyên ku van penaberên ji welatên cuda yên Afrîkayê dan, di hundirê keştiyê de herî kêm 97 kes hebûn. Hat gotin, di nava van penaberan de 5 zarok û 15 jin jî hebûn.
Li gorî daneyên Rêxistina KOçberiyê ya Navneteweyî (IOM) penaberên ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê winda bûne, qet nehatine dîtin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, tê gotin ku koçberên ketine Derya Spî, jiyana xwe ji dest dane.
Dîsa li gorî daneyên IOM, hejmara penaberên ji meha Çileyê û vir ve 'winda' ne, herî kêm 700 kes e.