Zêdetirî 200 çeteyên ku ji Fransayê çûne hatine kuştin
Li gor agahiyên rayedarên Fransiz, herî kêm 200 kesên ku ji bo tevlî çeteyên li Sûriye û Iraqê bibin ji welêt veqetiyane hatine kuştin.
Li gor agahiyên rayedarên Fransiz, herî kêm 200 kesên ku ji bo tevlî çeteyên li Sûriye û Iraqê bibin ji welêt veqetiyane hatine kuştin.
Li gor agahiyên ku yekîneyên antî-terorê dane AFP’ê, qasî ku rêxistinên îstîxbaratê yên Fransî tespît kirine zêdetirî 200 çeteyên ku ji Fransayê çûne hatine kuştin. Lê hate ragihandin ku ev hejmar dibe hê zêdetir be.
Serokwezîrê Fransa Manûel Valls di 11’ê Îlonê de daxuyanî dabû ku li Sûriye û Iraqê nêzî 700 çeteyên ku welatiyên Fransa hene. Ji van jî nêzî 275 kes jin û zarok in.