Zêdebûna dengê Mêlenchon rastgir û lîberalên Fransayê xiste nava fikaran

Namzetê tevgera bi navê 'Fransa ya serî natewîne' Jean-Lûc Mêlenchon, ku bi bernameya xwe ya çep a radîkal bû hêvî ji kesên hêviya xwe ji desthilatdariya Partiya Sosyalîst (PS) biriye, êdî weke yek ji 4 namzetên bi şens tê dîtin.

Tûra destpêkê ya hilbijartinên Serokkomariya Fransayê, wê piştî 10 rojên din pêk were. Şensê 4 namzetan ê hilbijartinê heye, ku namzetê çep a radîkal Jean-Lûc Mêlenchon jî di nav de ye. Şensê hilbijartinê yê Mêlenchon, kir ku organên medyayê yên rastgir, dest bi propaganda li dijî wî bike.

Namzetê tevgera bi navê 'Fransa ya serî natewîne' Jean-Lûc Mêlenchon, ku bi bernameya xwe ya çep a radîkal bû hêvî ji kesên hêviya xwe ji desthilatdariya Partiya Sosyalîst (PS) biriye, êdî weke yek ji 4 namzetên bi şens tê dîtin.

Dengê Mêlenchon di hefteyên dawî de zêde bû. Li gorî anketa dawî ya Ifop-Fîdûcîalê, rêjeya dengê Mêlenchon gihîştiye ji sedî 18,5. Mêlenchon li gorî anketa beriya niha, 2,5 pûanên din zêde kir û kêm maye xwe bigihîne namzeta rastgir a tund Marîne Le Pen, namzetê navend-lîberal Emmanûel Macron û namzetê rastgir Françoîs Fîllon.

Li gorî anketê, rêjeya dengê Marîne Le Pen ji sedî 27, ya Emmanûel Macron ji sedî 22,5 û ya Françoîs Fîllon jî ji sedî 19 ye.

Li aliyê din, ji ber ku piraniya hilbijêrên namzetê PS Benoît Hamon bê biryar in, şensê Mêlenchon zêdetir dibe. Di anketa dawî de rêjeya dengê Hamon daket ji sedî 8,5'an. Tenê ji sedî 55 ê hilbijêrên Hamon dibêjin, biryara wan zelal e.

Şensê hilbijartinê yê Jean-Lûc Mêlenchon, xwegihandina rêjeya dengan ê namzetên din, şensê ku Mêlenchon dengê namzetên din ên çepgir werbigire, zêde dike. Ji xwe, eger Mêlenchon ji tûra duyemîn bimîne, şensê wî gelekî zêde ye ku li hemberî namzeta rastgir a tund Marîne Le Pen, bi ser bikeve.

ROJNAMEYÊN RASTGIR Û LÎBERAL DEST BI REŞKIRINÊ KIRIN

Jean-Lûc Mêlenchon destnîşan dike, ku di bingeha pirsgirêkên aboriyê yên Fransaye de, îmtiyazên ji bo karsazan tê dayîn û revandina bacê ya dewlemendan, heye. Berevajî partiyên rastgir û lîberal, pêşniyar dike ku li şûna karsazan, divê razemenî ji bo mirovên hatiya wan kêm e, teqawîtiyê û ekolojiyê bê kirin.

Zêdebûna dengê Mêlenchon di hefteyên dawî de, alternatîfbûyîna Mêlenchon ji bo hilbijêrên çepgir, hin organên medyayê xiste nava fikaran.

Rojnameya Le Fîgaro ku destekê dide namzetê Komargean (LR) Françoîs Fîllon, dosyayeke berfireh li ser reşkirina Mêlenchon amade kir. Rojnameyê, bernameya Mêlenchon weke 'Ji bo Fransayê hilweşîner e' bi nav kir û sozên Mêlenchon ên ji bo karê 35 saetan, ferzkirina bacê li ser dewlemendan û kirina betlaneya salane ji bo 6 hefteyan, weke hewldanên nebaş nîşan da.

Nivîskarê rojnameya aboriyê ya bi navê "Les Echos" Jean-Françoîs Pascal jî, ku destekê dide namzetê Lîberal Emmanûel Macron, bi sernavê 'xweşbêjiya xetere ya Mêlenchon' nivîsek nivîsand.

Heman rojnameyê di nûçeyeke xwe ya din de Mêlenchon şiband Serokdewletê berê yê Venezûelayê Hûgo Chavez. Rojnameyê ji bîr kir, ku di dema Chavez de xizaniya li Venezûelayê gelekî kêm bû û îdîa kir, ku projeya Mêlenchon wê zerarê bide Fransayê.

Zêdebûna dengê Mêlenchon, yekîtiya karsazan a Fransayê MEDEF jî xiste nava fikaran. Serokê MEDEF'ê Pîerre Gattaz îdîa kir ku Mêlenchon wê zerarê bide welêt.