Yekemîn Serokkomarê gundî yê Perûyê ji bo destûra bingehîn a nû soz da

Yekemîn Serokkomarê gundî yê Perûyê Pedro Castîllo, di merasîma sondxwarinê de soz da ku wê destûreke bingehîn a nû amade bike û li dijî karên nelirê têbikoşe.

Di merasîma sondxwarinê de ya li parlamentê, Castîllo got, "Li pêşberî Xwedê, malbata xwe, gundiyan, xelkên xwecihî, masîgiran, doktoran, zarokan û ciwanan sond dixwim ku ez ê wezîfeya xwe ya Serokkomariyê bi cih bînim."

Castîllo got, "Li pêşberî gelên Perûyê ji bo welatekî karên nelirê lê nîne, ji bo çêkirina destûreke nû ya bingehîn sond dixwim."

Pedro Castîllo piştre ji destê seroka nû ya partiya muxalefetê ya rastgiriya navendî Marîa del Carmen Alva stûmala ji du rengan wergirt.

Merasîma sondxwarinê li salvegera dusedemîn a serxwebûnê ya welatê bi 33 milyon nifûsa xwe, pêk hat. Heta roja Înê jî wê çalakî bêne lidarxistin.

Qralê Spanyayê Felîpe yê 6'emîn, Serokkomarê heftemîn ê herêmê, Wezîrê Perwerdeyê yê DYE'yê û Serokkomarê berê yê Bolîvyayê Evo Morales jî tevlî merasîmê bû.

Pedro Castîllo yê 51 salî ku sendîkavanê berê ye, kariyera xwe ya pîşeyî li gundekî li bakurê welêt bi mamostetiyê dest pê kir.

Castîllo di hilbijartinên 6'ê Hezîranê de di tûra duyemîn de bi ser ketibû, lê belê serketina wî beriya deh rojan hatibû îlankirin.