Xwepêşandan û bûyerên li Venezûelayê naqedin

Li Venezûelayê, ku bandora krîza aboriyê roj bi roj giran dibe, xwepêşandanên mûxalefeta rastgir ji aliyê beşdariyê ve kêm dibin, lê hê bêhtir dijwar dibin.

Li Venezûelayê, ku ji ber kêmbûna buhayê petrolê krîza aboriYê rû da, partiyên mûxalefeta rastgir ji vê yekê Serokdewletê sosyalîst Nîcolas Madûro berpirsyar dibînin. Xwepêşandanên partiyên mûxalafeta rastgir ên li dijî vê yekê, ji aliyê tevlîbûnê ve kêm dibe. Lê belê, tevî kêmbûna tevlîbûnê jî bûyerên şîdetê yên di nava xwepêşandanan de zêde dibin.

Li paytext Caracasê, piştî xwepêşandana ku bi hezaran kes tevlî bûn, di navbera hin kom û polîsan de şer derket. Xwepêşandêran bi keviran êrîşî polîsan kirin, polîsan jî bi bombeyên ku çavan dişewitînin dest li xwepêşandêran werdan.

Piştî mirina Hûgo Chavez di sala 2013'an de, Madûro di hilbijartinê de bi ser ket û bû Serokdewlet. Lê belê partiyên rastgir û piraniya endamên parlamentê ji wan e, li dijî Madûro ji par ve xwepêşandanan lidar dixin.

Yek ji mezintirîn rezervên petrolê yên cîhanê li Venezûelayê ye. Hatineyên aboriyê yên Venezûelayê ji sala 2014'an û vir ve di asteke cidî de kêm bûn.

Tevî DYA û Yekîtiya Ewropayê, partiyên rastgir ên li Latîn Amerîkayê jî piştgiriyê didin mûxalefeta rastgir a li Venezûelayê.