Xwediyên qerta kesk wê nekevin ber biryarnameya Trûmp

Hat ragihandin, Serokê DYA Donald Trûmp, wê biryarnameya xwe ya li ser qedexekirina hatin koçberan a ji aliyê dadgehe ve hat betalkirin, bi hin guhertinan ji nû ve îmze bike.

Wezîrê Ewlekariya Navxweyî ya DYA John Kelly, li Elmanyayê di dema Konferansa Ewlekariya Navneteweyî de li ser biryarnameya nû agahî da û diyar kir, wê mirovên qerta wan a kesk hene, li derveyî biryarnameyê werin hiştin.

Kelly got, "Serok (Trûmp) plan dike ku biryarnameyê bi rengekî 'hê rasyonel' ji nû ve biweşîne" û anî ziman, mirovên xwedî qerta kesk ên li derveyî welat, wê nekevin ber qedexeyê. Kelly diyar kir, di navbera îmzekirin û bicihanîna biryarnameyê de ew ê wextekê eşkere bikin û bi vî awayî derfetê bidin ku mirovên di balafiran de ne, karibin bikevin hundirê vî welatî.

Di biryarnameya 27'ê Çileyê ya Donald Trûmp de li welatiyên Îran, Iraq, Sûriye, Yemen, Sûdan, Lîbya û Somalî hatibû qedexekirin, ku heta demekê nikaribin bêm DYA. Biryarname di çarçoveya polîtîkayên 'têkoşîna li dijî terorê' de hatibû derxistin û ji ber vê biryarnameyê welatiyên berê vîze girtibûn û hin jê jî li hewayê di balafirê de bûn, nekarîbûn bikevin nava Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA).

Li ser serlêdana hin eyaletên ji aliyê Partiya Demokrat ve tên birêvebirin, bicihanîna biryarname ji aliyê dadgerên federal ve hatibû rawestandin.