Welatên OPEC'ê wê hîn kêmtir petrolê hilberînin

Di civîna li Cezayîrê de, ku 14 welatên endamê Rêxistina Welatên Firoşkarên Petrolê (OPEC) lê amade bûn, li hev hat kirin ku di dema pêş de hilberîna petrolê bê kêmkirin.

Li gorî vê yekê, hilberîna petrolê ku hê jî rojane bi qasî 33,2 mîlyon warîl tên hilberîn, dakeve asta 32,5 mîlyon warîlî.

Bi vê biryara welatên OPEC'ê re tê xwestin, buhayê petrolê yê niha 42 dolar e were zêdekirin û windahiya malî ya 2 salên dawî bê kêmkirin.

Erebîstana Siûdî, Îran, Iraq, Venezûela, Qatar, Qûweyt, Endonezya, Lîbya, Emaretên Yekbûyî yên Ereb, Cezayîr, Nîjerya, Gabon, Angola û Ekvator weke endam di nava OPEC'ê de cih digirin.

Buhayê petrolê ji sala 2014'an û vir ve ji asta 100 dolarî daketibû heta 30 dolarî. Ji ber kêmbûna buhayê petrolê, tevî welatên OPEC'ê li Rûsyayê jî valahiyeke mezin di budçeyê de rû da bû.