Wê Trûmp derkeve pêşberî dadgehê

Serokê berê yê DYE’yê Donald Trûmp tê sûcdarkirin ku di sala 2016’an de bêdengiya stêrkeke pornoyê bikire. Cara pêşîn e ku wê serokek derkeve pêşberî dadgehê.

Dozgerê Manhattanê Avîn Bragg, Trûmp sûcdar kir.

Trûmp beriya Mijdara 2016’an xwestibû bêdengiya aktrîsa fîlmê pornoyê û derhêner Stormy Daîels bi 130 hezar dolarî bikire.

Li gorî medyaya Emerîkan wê îddîaname roja Sêşemê were xwendin.

Trûmp ê ku milyarder e diyar kir ku ‘dek û dolab li hemberî wî hatine kirin’ û ji ber vê doz lê hatiye vekirin.

Trûmp ji bo ku îddîname li rûyê wî were xwendin wê biçe dadgeha Manhattanê. Bi vê wesîleyê bi awayekî sembolîk be jî wê ‘were girtin’, wêneyê wî were kişandin û şopa tiliyên wî were stendin.