UNICEF: Li Gûatemalayê 50 hezar zarok û jin bûne qurbanê fûhûşê

Li gorî rapora ji aliyê UNICEF'ê ve hat amadekirin, piraniya wan zarok bi qasî 50 hezar kes li Gûatemalayê di nava lepên çeteyên fûhûşê de ne.

Ji sedî 64 ê van kesên mexdûrê fûhûş û şîdeta zayendî ne jin in. Piraniya wan jî ji 18 salî biçûktir in. Di raporê de hat ragihandin, di nava zarokên ketine nava lepên çeteyên fûhûşê de zarokên keç ên 12 salî jî hene. Ji sedî 13 ê qurbaniyan mêr in.

Di rapora hevpar a UNICEF û Komîsyona li dijî Bêcezakirinê ya navneteweyî (CICIG) ve hat amadekirin, çeteyên fûhûşê li Kolombiya, Hondûras, El Salvador û Nîkaragûayê zarok û jinan dixin nava xefikê.

XIZANÎ, ŞÎDETA LI NAVA MALBATÊ Û CIVAKA JI SERDESTIYA MÊR DIBIN SEDEM

Di raporê de, têkildarî qurbanîbûna bi deh hezaran jin û zarokan gelek sedem hatin destnîşankirin. Di nava van sedema de xizaniya piştî şerê navxweyî yên salên 1990'î rû da, şîdeta li nava malbatê û civaka ji serdestiya mêr, derkevin pêş.

Di raporê de hat ragihandin, çeteyên fûhûşê salane 1,6 mîlyar dolarî qezenc dikin û ev yek jî ji sedî 2,7 ê temamiya aboriya vî welatî ye.

Li Gûatemala ya ji 15 mîlyon kesî, travmaya civakî ya ji ber şerê navxweyî yê salên 1960-1996'an rû da, hînê ji holê ranebûye. Tê texmînkirin, ji zêdeyî nîvê şêniyên vî welatî xizan e.