UNHCR ji YE xwest, bes penaberan bişîne Macarîstanê

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand, penaber bi awayekî rêk û pêk li Macarîstanê tên binçavkirin û ji welatên din ên Yekîtiya Ewropayê (YE) xwest, dersînorkirinê bisekinînin.

Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY Fîlîppo Grandî, der barê qanûneke ku par li Macarîstanê kete meriyetê hişyarî da û bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kir.

Grandî anî ziman, penaber bi rengekî rêk û pêk li Macarîstanê tên girtin û bal kişand ser dema bêdawî ya girtinê. Grandî ji welatên Yekîtiya Ewropayê xwest, dersînorkirinê bisekinînin. Grandî bang kir, ku dersînorkirinên li gorî Peymana Dûblînê tên kirin, heta betalbûna qanûna navborî ya Macarîstanê bê sekinandin.

Fîlîppo Grandî ragihand, li Macarîstanê pêkanîneke xerab li penaberan tê kirin û ev rewş cihê fikaran e.

Bi rêya qanûna ku Serokwezîrê rastgir VÎktor Orban di meha bihurî de xist meriyetê, penaberên tên welata wan li konteynirên li ser sînor tên bicihkirin. Penaberên li nava konteynirên dora wan bi têlê girtî ne, heta ku serlêdana wan a penaberiyê diqede, nayên berdan.

Tevî Macarîstanê, welatên Hirvatîstan û Slovenyayê jî kontrolên xwe yên li ser sînor şidandin. Lê li ber zêdebûna hejmara penaberan li ser sînor, ev pêkanîna xwe duh qedandin.