Tsîpras hewl dide bi 'mûxalefetê' bide qebûlkirin

Hikûmeta Syrîza û Serokwezîr Alexîs Tsîpras ên bi Yekîtiya Ewropa (YE) û Fona pere ya Navneteweyî re muzakereyê dikin, hewl dide desteka mûxalefeta li nava partiyê werbigire.

Hikûmeta Syrîza û Serokwezîr Alexîs Tsîpras ên bi Yekîtiya Ewropa (YE) û Fona pere ya Navneteweyî re muzakereyê dikin, hewl dide desteka mûxalefeta li nava partiyê werbigire.

Di pêşniyara ji aliyê Serokwezîr Alexîs Tsîpras ve hat kirin de hat xwestin ku endamên Syrîza di kongreya meha Îlonê de têkiliya bi saziyên krediyê didin Yewnanîstanê û YE re werin diyarkirin. Tsîpras li civîna Komîteya Navendî ya partiya xwe axivî û bi vê pêşniyarê re dixwaze hin derdorên di nava partiyê de li dijî muzakereyên bi Herêma Euro û IMF'ê re derdikevin, rewşê bide qebûlkirin.

Tsîpras xwest peymana di 13'ê Tîrmehê de bi Herêma Euro û IMF'ê hat morkirin bibe xeta hevpar a tevahya partiyê û bi vî rengî hewl dide bandora mûxalefeta hundirîn kêm bike.

Tspîras her wiha bi dengdayîna roja Yekşemê ya li nava partiyê re ku di asta 'referandûmê' de ye, dixwaze mûxalefeta çep a li nava partiyê helwesta xwe ya der barê peymanê de aşkera bike. Tê gotin ku ev yek, bersiva li daxwaza wergirtina nêrîna endamên partiyê beriya peymana bi IMF re ye.

Ji 149 parlamenterên Syrîza yên li parlamenta ji 300 endamî, bi qasî 30 parlamenter naxwazin li benda bi encambûna muzakereyên bi YE û IMF re tê meşandin, bimînin. Bêyî destûra van parlamenteran ku 'baskê çep' ê partiyê ye û der barê reformên 15 û 22'ê Tîrmehê de dengên 'na' bi kar anîn, zehmet e ku Tsîpras reforman bixe meriyetê. Ji ber vê yekê pêwîstiya Tsîpras bi desteka partiyên din ên li mûxalefetê heye.

Aleksîs Tsîpras roja Çarşemê dabû xuyakirin ku ji bo li dora plana sêyemîn a rizgarkirinê ya YE û IMF piranî were afirandin, ew dikarin bikevin hilbijartineke pêşwext.