Trûmp wê ji Peymana Avhewayê jî vekişe

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) Danold Trûmp, ragihand ku wê ji Peymana Avhewayê ya ku sala borî qebûl kirî, derkeve.

Mayron Ebeel ê demkî erka dîrektoriyê dike ku li Londrayê ji Ajansa Parastina Derdor a Amarîkayê (EPA) re axivî, diyar kir ku wê rêyekî cudatir ji polîtîkayên avhewayê ya rêveberiya berê dihat meşandin bişopînin. Di vê çarçoveyê de wê xwe ji Peymana Avhewayê ya ku bi erêkirina rêveberiya Obama û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatibû erêkin vekişîne.

Ebell destnîşan kir ku wê sibehê biryara Danold Trûmp bi biryarnameyeke ya serokatiyê bikeve meryetê. Ebelle diyar kir ku wê bi paketekî hê berfirehtir pêk were. Lê, Ebelle dîroka şênber a biryara têkildarî polîtîkayên xwezayê diyar nekir.

Tê texmînkirin ku vekişîna DYA’yê ku ji çaran yekê gaza bi ziyan a atmosferê berpirs tê dîtin a ji Peymana Avhewayê, wê bandorên nerênî bike. Peymana ku di bin çavdêriya NY de ku di meha Nîsanê de hate îmzekirin dihat hedefkirin ku rêjeya madenên bi zîyan ên mîna petrol, komir, gaza xwezayî û gazên bi ziyan ku her diçin zêde tên bikaranîn kêm bikin.

Bi hatina ser erkê ya Danold Trûmp re ji gelek biryarên ku di rêveberiya Obana de hatibûn qebûlkirin hatin betalkirin. Din ava van de jî ji nû de vekirina xeta boriya petrol a li Bakurê Dakota ya ku Çermsor nerazîbûnê didin nîşandan jî heye.