Trûmp: NATO 'rêxistineke ku jê derbas bûye' nîne

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp, berevajî kampanya xwe ya hilbijartinê bal kişand ser girîngiya NATO'yê û ragihand, ku ew alîgirê hevkariya bi Rûsyayê re ne.

Serokê DYA Donald Trûmp bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg re rûnişt û ji bo NATO'yê ku berê digot 'jê derbas bûye', vê carê girîngî pê kir û got, 'Keleha aştiyê ya navneteweyî'.

Trûmp gotinên xwe yên beriya niha bibîr xist û diyar kir, ew êdî mîna berê nafikire. Trûmp destnîşan kir, ku tevî vê yekê jî welatên Ewropayê yên endamê NATO'yê, lazim e lêçûnên xwe yên ji bo parastinê zêde bikin.

Donald Trûmp, îdîa kir ku têkiliyên wan ên bi Rûsyayê re, 'di asta herî nizm de ye' û dixwaze têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re baştir bike.

Trûmp got, "Pûtîn (Vladîmîr) Lîderê Rûsyayê ye. Rûsya welatekî xurt e. Eger em karibin bi Pûtîn û Rûsyayê re îdare bikin, ev ê gelekî baş be. Ez dixwazim bi her kesî re baş bim."