Trûmp ji bo namzetiyê gihişt hêjmara delegeyan

Ji bo hilbijartina Serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihdin ku ji bo Komariyan di hilbijartina pêşî de Danald Trûmp tenê mabû ku bibe namzet, gihişte jimara delegeyan.

Trûmp ku ji Associated Press’ê re axivî da diyarkirin ku gelek delege wê dengên xwe bidin , ji bo konvansiyona ku di meha Tîrmehê tê li dar xistin de  hejmara 1237 a delegeyan derbas kiriye. Li gor wê hêjmara delegeyan ku Trûmp qezenç kiriye, gihiştiye 1238’an. 

Li gor agahiyên ku hatine girtin, delegeyên gelek partiyan ên ku bê biryarin, dane diyarkirin ku wê piştgiriyê bidin Donald Trûmp. Rêveberê partiya Komarî a Oklohama Pam Pollard anî ziman ku wê deng bidin Trûmp. 

Beriya Konvansiyona partiyê ku ji bo namzetiya Trûmpê a meha Tîrmehê de erê bikin, divê Trûmp herî kêm piştgriya hezar û 237 delegeyan bigire.