Trûmp dixwaze kapasîteya çeka nukleerî bê zêdekirin

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp, li hemberî rêveberiya Koreya Bakur gotinên tund bi kar anî û diyar kir, ew ê kapasîteya çeka nukleerî ya welatê xwe zêdetir bike.

Donald Trûmp ji ajansa Reutersê re axivî û îdîa kir, aloziya ji ber ceribandina fuzeyan a rêveberiya Koreya Bakur dest pê kir, 'eger Çîn bixwaze wê bi hêsanî çareser bibe'. Trûmp ji Çînê xwest, bandora xwe ya li ser rêveberiya Koreya Bakur bi kar bîne û got, ew ji ber polîtîkayên rêveberiya Pyongyangê 'gelekî bi hêrs' e.

Trûmp îdîa kir, ku kapasîteya çeka nukleerî ya welatê wî gelekî li paş ma ye û anî ziman, Rûsyayê peymanên li ser çekên nukleerî binpê kiriye. Trûmp ragihand, ew alîgir e ku kapasîteya wan a çeka nukleerî bê zêdekirin û diyar kir, ew ê li ser vê mijarê bi lîderê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re baxive.

Tê gotin, tevî gotinên tund jî hê xeteke zelal a polîtîka derve ya Donald Trûmp nîne. Ev yek jî weke, 'qonaxa diyarkirina vê xetê' tê şîrovekirin.