Tom Perez bû serokê Partiya Demokrat

Ji bo serokatiya Partiya Demokrat a Amerîkayê, ku di hilbijartinên serokatiyê de têk çû, Tom Perez hat hilbijartin. Perez bi desteka xwe ya ji bo Hîllary Clînton tê naskirin.

Piştî ku Hîllary Clînton li pêşberî Donald Trûmp ê Komarger di hilbijartinê de têk çû, hilbiajrtina Serokatiya Komîteya Neteweyî ya Partiya Demokrat li Atlantayê pêk hat.

Di tûra duyemîn a dengdana kongreya partiyê de, Tom Perez ê ku di dema Barack Obama de Wezîrê Kar bû, bi 235 dengan hat hilbijartin. Perez bi desteka xwe ya ji bo Hîllary Clînton tê naskirin.

Hevrikê Perez, Keîth Ellînson di tûra duyemîn de 200 dengên delegeyan bi dest xist. Ellînson weke kesayetekî nêzî Bernîe Sanders tê naskirin, ku Sanders ê çepgir di pêşhilbijartina par de li pêşberî Hîllary Clînton winda kiribû.