Tirkiyeyê agahiyên li ser çeteyê DAIŞ'ê piştî 15 rojan da Fransayê

Derket holê, rayedarên Tirk agahiyên li ser çeteyê DAIŞ'ê yê bi navê Abdel Malîk Petîtjean ê di 10'ê Hezîranê de li Tirkiyeyê bû, 15 roj piştî vegera li Fransayê ragihandine.

Çeteyê bi navê Adel Kermîche, tevî çeteyekî din, di 26'ê Tîrmehê de rahîbê dêra Katolîk a li bajarê Saînt-Etîennedû-Roûvray Jacûes Hamel qetil kirin û 5 kes jî birîndar kirin. Her du êrîşkar piştre hatin kuştin. Derket holê ku êrîşkarê duyemîn ê bi Kermîche re, Abdul Malîk Petîtjean ê 19 salî ye.

Der heqê vî kesî de agahî li ber destê îstîxbarata Fransayê nîne. Derket holê ev kes ji bo derbasî Sûriyeyê ibe çûye Tirkiyeyê û di 10'ê Hezîranê de rayedarên Tirk ji vî kesî ketine nava gumanan. Petîtjean roja 11'ê Hezîranê bi rehetî vegeriya Fransayê û ji ber ku rayedarên Tirk agahî nedan meqamên Fransayê, ev kes bêyî were girtin xwe gihand nava bajêr.

AGAHÎ PIŞTÎ 15 ROJAN HAT DAYÎN

Li gorî agahiyên ji aliyê meqamên lêpirsînê yên Fransayê ve hatin dayîn, Abdel Malîk Petîtjean ê beriya niha ti qeyda xwe li Fransayê nebû û Adel Kermîche, ji ber ku nikarîbûn biçin Sûriyeyê biryar dane li Fransayê çalakiyê pêk bînin.

Lê belê, ji ber ku rayedarên Tirk agahiyên li ser Petîtjean di cih de parve nekirin, vî kesî bi hêsanî xwe li Fransayê veşart. Eşkere bû ku rayedarên Tirk, der barê Petîtjean de di dawiya meha Hezîranê de agahî dane Fransayê. Lê Petîtjean di 11'ê Hezîranê de Tirkiye terikanibû û hatibû Fransayê.

EGER RAYEDARÊN TIRK DI CIH DE AGAHÎ DABÛYA, WÊ ŞOPANDINA WÎ GELEKÎ HÊSAN BÛYA

Tê gotin, ev endamê DAIŞ'ê ji ber ku têkildarî wî ti îstîxbarat tine bû û hişyariya ji aliyê Tirkiyeyê ve hat kirin di dawiya meha Hezîranê de bû, ev kes nekarî bihata girtin.

Di roja Înê de, têkildarî Abdel Malîk Petîtjean de, bi îdîaya 'gumanbarê êrîşa terorîstî' îstixbarat ji servîsa veşartî ya Fransayê re çû, lê belê ji ber ku navê vî kesî nehat dayîn, cihê wî nehat tespîtkirin. Di encama xebata saziyên din ên îstîxbaratê û polîsan ên li Fransayê de, dîmenekî ku tê de nîşan dide ew 'bîatê ji DAIŞ'ê re dike' hat peydakirin û nansameya wî hat tespîtkirin.

Lê 2 roj piştî êrîşa li dêra Saînt-Etîenne-du-Roûvrayê tespît bû, ku ev kes Abdel Malîk Petîtjean e û di dema operasyona li vir de bi guleya li ser çavên wî ketiye mirî ye.