Time Werner ji şîrketa bi navê AT&T re hat firotin

Şîrketa medya Time Werner, ku xwediyê televîzyonên CNN International, HBO û studyoya fîlman Warner Bros e, ji şîrketa telekomunîkasyonê ya bi navê AT&T re hat firotin.

Li gorî nûçeyên rojnameyên Wall Street Journal û New York Times, Time Werner bi 80 mîlyar dolarî hat firotin. Her du rojnameyan îdîa kirin, li hev hatiye kirin ku parên Time Warner bi 105 heta 110 dolarî werin firotin.

Bi kirîna Time Werner re şîrketa AT&T ji sala 2014'an û vir ve şîrketa duyemîn a herî mezin a medyayê kirî. AT&T, di sala 2014'an de qenala aboneyî ya bi navê DirecTV bi 48 mîlyar dolarî kirî bû.

Ji bo kirîna Time Werner, koma medyayê Twenty-Firs Century-Fox ku xwediyê wê Rupert Murdochs e, par pêşniyara 80 mîlyar dolarî kiribû, lê ev pêşniyar nehatibû qebûlkirin.