Terora DAIŞ'ê derb li tûrîzma Fransayê xist

DAIŞ'ê ku ji Mijdara 2015'an û vir ve gelek caran li Fransayê komkujî kir, xisareke mezin li tûrîzma vî welatî kir.

Wezîrê Karên Derve û Tûrîzmê yê Fransayê Jean Marc Ayraûlt diyar kir, rêjeya tûrîstên biyanî yên îsal hatine Fransayê ji sedî 7 kêm bûye. Ayraûlt da xuaykirin, ku tevî komkujiyên DAIŞ'ê, grevên li welêt û rewşa hewayê jî bandor li nehatina tûrîstan kirine. Ayraûlt destnîşan kir, ku pirsgirêka ewlekariyê xala sereke ye.

Tê gotin, kêmbûna tûrîstan ji hejmarên fermî gelekî zêdetir e, lê bi saya Şampiyoniya Futbolê ya Euro 2016, ev bandor kêm bûye. Balkêş e bi tenê li paytexta Parîsê, rêjeya tûrîstan di dawiya hefteyê de ji sedî 17 kêm bû.

Piştî êrîşa 13'ê Mijdara 2015'a a li Parîs û Saînt Denîsê, ku 131 kes lê hatin qetilkirin, ji bo Fransa 'baştir bê nasandin' li budçeya 1 mîlyon euroyî 500 hezar euroyên din tê zêdekirin.

Di sala 2014'an de 83,8 mîlyon tûrîst hatin Fransayê û bi vê hejmarê re bû welatê herî zêde bala tûrîstan dikişîne ser xwe. Bi saya tûrîstan 158 mîlyar euro hatineya Fransayê heye. Ev yek tê wateya ji sedî 7,4 ê aboriya welêt.

Di sala 2015'an de hejmara tûrîstên biyanî gihîştibû 84,5 mîlyonî.