Teqîna volkanê li Gûatemalayê sekinî

Teqîna volkanê Fûego, yê li welatê Amerîka Navîn Gûatemalayê, ku roja Înê dest pê kir, sekinî. Hat ragihandin xeterî nema ku lava ji volkan herikî xwe bigihîne paytextê.

Ji ber teqîna volkanê Fûego, ku bi 35 kîlometreyan li başûrê paytext Gûatemala ye, wê cihokên cuda yên lavê çêbû. Hat ragihandin, ku lav bi qasî 300 metreyan ji devê volkan bilindî hewayê bûye û bi qasî 1,2 û 1,6 kîlometreyî herikî ye.

Volkanê navborî, bû cara duyemîn ku îsal diteqe. Xweliya ji vî volkanî derket negihîşt paytext Gûatemala. Lê belê bandor li 4 bajaran kir.

Li gorî daxuyaniya Ajansa Ewlekariya Sivîl a Gûatemalayê, her sê çemên lavê yên piştî teqîna volkan rû da, ji aliyê rayedaran ve tê kontrolkirin û di bin çavdêriyê de ne.

Li Gûatemalayê, ji bilî Fûego du volkanên din ên aktîf bi navê Santîagûîto û Pacaya hene.