Talîban serokê xwe yê nû diyar kir

Hat diyarkirin ku Talîbanan serokê xwe yê nû yê wê bikeve şûna serokê wan Mola Omer ê hat kuştin diyar kir.

Hat diyarkirin ku Talîbanan li Afganîstanê serokê xwe yê nû yê wê bikeve şûna serokê wan Mola Omer ê hat kuştin diyar kir.

Li gor nûçeya BBC, ya spartiye çavkaniyên nêzî kadroya serokan a Talîbanan serokê nû wê cîgirê Omer Molla Aktar Manûr be.

Pisporan diyar kirin ku ev hilbijartin wê di nav Talîbanan de re li ber parçebûnê veke û gelek rayedarên asta jor ên Talîbanan li hember hilbijartina Mansûr in.

Her wiha hat diyarkirin ku li Pakîstanê muzakereyên aştiyê yên di navbera hikûmeta Afgan û Talîbanan de dihat plankirin sibe pêk bên hatine taloqkirin.