Swêd xwe amade dike ku ji dîktatoriyê re bêje 'NA'

Kurdistanî û Tirkiyeyiên li paytexta Swêd Stockholmê li hev civiyan û 'Platforma Swêdê ya NA' ava kirin, xwe amade dikin ku ji rejîma şexsekî û dîktatoriyê re bêjin 'NA'.

Civîna li ser mijarê li Avahiya Piştevaniyê hate lidarxistin. Federasyona Elewiyan a Swêdê, Komeleya Piştevaniyê, Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê, Nûnertiya HDP'ê ya Swêdê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Komeleya Piştevaniyê ya Mezopotamyayê, Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Enstîtuya Kurd a Swêdê, Komeleya Jinên Kurd a Enternasyonal li Helsîngborgê, Komeleya Çanda Kurd li Goteborgê, Platforma Kurdên Anatoliya Navîn û Navenda Çanda Mezopotamyayê li Lînkopîngekê jî di nav de, nûnerên 34 komeleyên ku bi deh hezaran Kurdistanî û Tirkiyeyiyan temsîl dikin, 'Platforma Swêdê ya Na' ava kirin. Û biryar dan bi vê armancê çalakiyan lidar bixin.

Platformê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser girîngiya referandûma di meha Nîsanê de bê kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ya wê faşîzm dijwartir bibe û rêya ber bi dîktatoriyê bi temamî vebe. Yan jî wê ev destûra bingehîn a faşîst û nîjadperest a tê pêşniyarkirin bê redkirin û bi dengê 'NA' re pêşî li vê rêveçûnê were girtin."

Di daxuyaniyê de, şewitandin û xerakirina bajarên Kurdan, komkujiyên tên kirin, girtina siyasetemdar, parlamenter û hevşardaran, desteserkirina şaredariyan, koçberkirina bi sed hezaran mirovên Kurd, hovîtiya mîna niha li gundê Xerabê Bava tê kirin, girtina rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên çapemeniyê, zêdebûna şîdeta li jinê, binçavkirin û girtina bi hezaran mûxalîfan hatin bibîrxistin û hat gotin, ev hemû nîşan didin ku wê di dema pêş de bûyerên hîn xetere biqewimin.

Platformê da zanîn, bi rakirina sîstema parlamenteriyê re Qesra Erdogan dixwaze dîktatoriya şexsekî ava bike û hişyarî hat dayîn, ku di vê referandûma li ser siberoja welêt de, ji desthilatdariya AKP'ê tê ku ji her alî ve karên nelirê bike.

Platformê destnîşan kir, ku seferberkirina civakê û xurtirina dengê 'NA' ji bo pêşîgirtina li planên Qesrê, pêwîstî û mecbûriyetek e.

Platforma Swêdê ya NA da xuyakirin, ku ji bo dengekî zêde yê 'NA' di 8-9'ê Nîsanê de li Swêdê ji sindoqan derkeve, ew ê hin çalakiyan lidar bixin û bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyan kir, ku ji bo referandûmê seferber bibin.