Swêd li leşkeriya ji neçarî vedigere

Li Swêdê, di sala 2010'an de xizmeta leşkeriya ji neçarî hatibû rakirin. Lê belê biryar hat dayîn ku ev pêkanîn ji nû ve bikeve meriyetê.

Li gorî Wezareta Parastinê, xizmeta leşkeriya ji neçarî wê ji sala 2018'an û pê ve derbasdar be û mirovên piştî sala 1999'an ji dayik bûne eleqedar bike.

Wezîrê Parastinê Peter Hûltqvîst diyar kir, hikûmetê biryar daye ku leşkeriya ji neçarî ji nû ve bixe meriyetê. Wezîr îdîa kir ku bi xizmeta leşkeriya ji neçarî re wê artêşa Swêdê bibe xwedî rewşeke 'zexm, xurt û operasyonî'.

Xizmeta leşkerî ya nû, ku wê ji sala 2018'an û pê ve bikeve meriyetê, wê ji bo mirovên piştî sala 1999'an ji dayik bûne derbas bibe. Tê payîn ku di vê çarçoveyê de 4 hezar ciwan tevlî leşkeriyê werin kirin. Ev biryara ji aliyê hikûmetê ve hatiye girtin, lazim e li parlamentê bê erêkirin.

Pisporê parastinê Johan Osterberg li ser mijarê ji ajansa TT re axivî û îdîa kir ku vegera li leşkeriya ji neçarî 'pêşniyareke aqilan e' ye. Osterberg îdîa kir, ku leşkeriya bi dildarî bersiv nedida pêdiviyên artêşeke modern.