Swêd, daxwaz kir ku Trûmp armanca axaftina xwe zelal bike

Sefîrê DYA’yê yê Swêdê, serî li Wezareta Karê Hundir ê DYA’yê da, daxwaz kir Trûmp axaftinên xwe yên duh ku têkildarî Swêdê kirî zelal bike.

Yek ji Rêvebera Wezîreta Karê Hundir ê Swêdê Caterîna Axelsson got: “Em daxwaz dikin ku pirsgirêk çiye zelal bike. Em nizanîn xwestiye çi bêje.”

Trûmp, roja Şemiyê di mîtîngeke li Florîdayê hate lidarxistin de wiha gotibû: “Temaşe bikin ku li Elmanya çi diqewime. Temaşe bikin ku duh şev li Swêdê çi qewimî. Swêd, kê bawer dikir? Gelek koçber qebûl kirine. Gelek pirsgirêkên ku xeyal jî nedikirin rû bi rû ne.

Çapemeniya Swêdê jî nirxandinên Trûmp êrîşên terorê yên li Pakîstanê, wisa texmîn dike ku li Swêdê diqewimin weşandin.