SPD niha jî hewl dide bi FDP a lîberal re koalîsyonê bike

Partiya Sosyal Demokratîk (SPD) ku li Elmanyayê şirîkê desthilatdariyê ye, hevkariya bi FDP a lîberal xist rojeva xwe.

Hilbijartinên giştî yên li Elmanyayê di meha Îlonê de tên kirin.  Vebijarka koalîsyona sor-sor-kes a ji SPD, Dîe Lînke û Keskan bi mehan e tê nîqaşkirin. Ji ber ku SPD'ê aboriya lîberal û polîtîkaya derve ya li dora NATO'yê naterikîne, lêgerînên nû dewam dikin.

Piştî nîqaşên li ser koalîsyona çep a gengaz, rêveberiya SPD'ê koalîsyona sor-kes-zer a ji Partiya Demokrat a Lîberal (FDP) derdixîne pêş, ku FDP di hilbijartinên 2013'an de li derveyî Meclîsa Federal ma bû. Ji bo vê koalîsyona SPD-Kesk-FDP, ku weke 'Koalîsyona Ampûlê' jî tê bi navkirin, hat ragihandin lîderê SPD'ê Sîgmar Gabrîel û lîderê FDP Chrîstîan Lîndner duh li hev civiyan e.

Wezîrê Karên Derve Frank-Walter Steînmeîer jî tevlî vê hevdîtinê bû. Steînmeîer di hilbijartinên serokkomariyê yên piştî çend mehan de namzetê hevpar ê SPD û partiya CDU ya Serokwezîr Angela Merkel e.

Tê texmînkirin ku daxwaza hevdîtinê ji SPD hatiye û tevî ku bi rengekî fermî nehatiye eşkerekirin jî di vê hevdîtinê de li ser alternatîfa koalîsyona SPD-Kesk-FDP a piştî hilbijartinên Îlonê danûstandin hatiye kirin.

Li gorî anketên dawî, partiya FDP a di sala 2013'an de di binê benda ji sedî 5'an ma, hê di rêjeya ji sedî 5 heta 6'an e. Li gorî anketê eger FDP ji bendê derbas bibe, wê tevî SPD û Keskan dengê wan bigihêje ji sedî 34 heta 37'an.