SPD'ê yekemcar demokratên Xiristiyan li dû xwe hişt

Li gorî anketa Deutschlandtrend a li televîzyona ARD hat weşandin, beşeke girîng a gelê Elman ji polîtîkayên kar û alîkariya bêkariyê aciz in, ku ji salên 2000'î û vir ve di meriyetê de ne.

Li gorî anketê, sosyal demokratan piştî 11 salan cara yekemîn demokratên Xiristiyan li dû xwe hiştin.

Anketa ji bo ARD'ê ji aliyê şîrketa bi navê Înfratest-dîmap ve hat kirin. Li gorî anketê, ji sedî 65 ê beşdaran destekê didin pêşniyara namzetê SPD'ê Martîn Schûlz, ku dixwaze alîkariya bêkariyê demeke hê dirêjtir were dayîn. Alîkariya bêkariyê, ji bilî rewşeke taybet herî zêde bi 12 mehan niha tê dayîn.

Ji sedî 29 ê beşdaran jî dixwazin, alîkariya bêkariyê di çarçoveya vê dema kurt de bê dayîn.

DU JI SÊ PARAN LI DIJÎ PEYMANA KAR A HETA WEXTEKÊ DERDIKEVIN

Ji sedî 67 ê beşdarên anketa Deutschandtrend dibêjin, ku ew li dijî peymana kar a heta demekê ne. ji sedî 25 ê beşdaran jî dixwazin rewşa heyî bidome.

SPD PIŞTÎ 11 SALAN CARA YEKEMÎN PARTIYÊN YEKÎTIYA XIRISTIYAN LI DÛ XWE HIŞT

Encama herî balkêş a naketa Deutschlandtrend jî, li ser tercîha dengan a hilbijartinên giştî yên meha Îlonê ye.

Li gorî vê yekê, rêjeya dengên SPD'ê ku Martîn Schûlz weke namzetê Serokwezaretiyê nîşan da, li gorî anketa beriya niha ya 2'ê Sibatê, bi 4 pûanan zêde bû û gihîşt ji sedî 32'an.

Rêjeya dengê partiya CDU ya Serokwezîr Angela Merkel û CSU ya pê re tevdigere, bi 3 pûanan kêm bû û daket ji sedî 31'ê. Bi vî awayî, SPD ji sala 2006'an û vir ve yekemcar li gorî anketa Deutschlandtrend partiyên yekîtiya Xiristiyan li dû xwe hişt.

Li gorî anketê, Partiya Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) ku bi dijberiya xwe ya li koçberan û Yekîtiya Ewropayê derdikeve pêş ji sedî 11, Partiya Keskan ji sedî 8, Partiya Çep ji sedî 7, Partiya Demokratên Lîberal ji sedî 6 ê dengan digirin.