SPD bi namzeytiya Martîn Schûlz cara despêkê ye weke partiya yekem derdikeve

Partiya Demokrat a Sosyal a Elman (SPD) ku di dawiya meha Çileyê de Serokê berê yê PE’yê Martîn Schûlz weke namzet hilbijart, cara yekem e ku patiya Angela Merkel li pey xwe hişt.

Li gorî anketa dawî ya kergeha lêkolînê INSA yê, bi namzetiya Serokê berê yê Parlemtoya Ewropayê (PE) Martîn Mchûlz a SPD’yê, ji sala 2000’î û vir ve cara yekeme ku rêjeya dengê wê ewqas bilind dibe.

 Li gorî anketê, ji sedî 31 dengan ên hilbijêrên Elmanyayê wê deng bidin SPD’ê û ev jî têrê dike ku weke partiya yekem derkeve pêş. Partiya Yekîtî ya Demokrat a Xiristiyan (CDÛ) ku di bin Serokatiya Angela Merkel de û partiya bira û dengên partiya CDÛ ji sedî 30.

Li gorî anketê dengên SPD’ê li gorî rêjeya hefteya borî 5, li gorî du hefteyên beriya wê 10 pûan zêde kiriye. Ji denên CDÛ/CSÛ jî 2,5 pûan e.

Dîsa li gorî anketa
INDA’yê patiya koçberan a bi navê Ji bo Almanya Alternatîv (AFD) a li dijî Yekîtiya Ewropayê 1 pûan hate jêr û bû sedî 12. Dîe Lînke ya nûnertiya mûxalîfên çep jî dikir ji sedî 10 wê bibe partiya çaremîn.

Di anketê de Keskan ji sedî 7, Partiya Demokratîk a Lîberal (FDP) jî ji sedî 6 dengan wê beşdarî Meclîsa Federal bibin.

Rêjeya dengên hilbijartina herî dawî ya sala 2013’an jî wiha ye: CDÛ/DSÛ ji sedî 41,5, SPD ji sedî 25,7, Dîe Lînke ji sedî 8,6, Keskan jî ji sedî 8,4, FDP ji sedî 4,8 ku cara yekem ji derveyî meclîsê ma, AFD jî ji sedî 4,7 ê dengan bi dest xistibû û ku cara yekem bû beşdarî hilbijartinê bû benda ji sedî 5 a hilbijartinê derbas nekiribû.