Skandala Petrobras li tevahiya herêmê belav dibe

Lêpirsîna li ser Petrobrasê, ku ji sala 2014'an û vir ve li Brezîlyayê tê meşandin, tê gotin êdî li gelemperiya herêmê belav bûye û gelek siyasetmedarên Latîn Amerîkayê tevlî vê skandalê bûne.

Dozger Vladîmîr Aras, ku aliyê navneteweyî yê lêpirsîna bi navê 'Lavage Express' dimeşîne, da xuyakirin ku skandal ne tenê li Brezîlyayê ye.

Vladîmîr Aras diyar bi saya lêpirsînê derket holê, tevneke bertîlê derketiye holê ku di serî de şîrketa Odebrecht, gelek şîrketên binesazî û înşaetê yên Brezîlyayê di nav de ye. Aras ragihand, di berdêla girtina îhaleyên cemaweriyê de pereyekî gelekî zêde ji siyasetmedaran re hatiye dayîn.

Aras got, "Aliyê navneteweyî yê vê rewşa sosret wê gelekî mezin bibe" û anî ziman, bi saya lêpirsînên li welatên din wê 'tora bertîlê' derkeve holê. Aras da zanîn, tevî payebilindên li 10 welatên Latîn Amerîkayê, gelek payebilindên li Afrîkayê jî tevlî vê rewşa sosret bûne.