Şîrketên teknolojiyê li dijî Trûmp ketin tevgerê

Di nav de Alpphabet, Apple û Facebook jî 97 şîrketên teknolojiyê li DYE’yê mijara têkildarî rêveberina koçberan a Trûmp birin darazê.

Trûmp ku beriya bi 2 heftiyan li ser kursiyê Seroktiya DYE’yê rûnişt, bi taybetî di mijara koçberan de helwesteke girîng bi xwe re anî. Ev verastkirina ku qedexe kiribû welatiyên 7 welatan DYE’yê ji hêla Dadgeha Federal ve hate betalkirin.

Li DYE’yê karkerên koçber hem ji bo gelek sektoran û hem jî ji bo sektorên teknolojiyê xwedî girîngiyeke mezin e. Li DYE’yê ku şîrketên mezin ên teknolojiyê lê kar dikin, tê gotin sînordarkirina Trûmp a di mijara koçberan de, wê darbeyeke giran li van şîrketan bixe.

Li welêt 97 şîrket bi vê sedemê li dijî polîtîkaya koçberan a Trûmp tevgeriyan. Şîrketan belgeyeke hevpar mohr kirin, nîşan dan bê ka koçber çendî girîng in DYE’yê û ji Dadgeha Federal re şandin. Şîrketan diyar kirin ku DYE divê xwe biparêze lê divê hatina koçberan a li DYE’yê ku wan Emrîka afirandiye, divê neyê astengkirin.

Di nav şîrketan de li gel hûtên teknolojiyê şîrketên koçberan ên wekî Chobanî Mast jî heye.