Sînorên Polonyayê wê domahiya mehekê bi tevdîrên derasayî bên parastin

Hate ragihandin, li Polonyayê ku wê vê hefteyê ji gelek aktîvîteyên girîng ên wek Civîna NATO, Roja Ciwanan a Cîhanê re mahzûbantiyê bike, wê tevdîrên parastina sînor di asta herî jor de bê girtin.

Polonya, wê 7’ê Tîrmehê ji Civîna NATO’yê re, 26-31’ê Tirmehê jî ji Roja Ciwanan a Cîhanê re ku Dêra Katolîk organîze dike, mahzûbantiyê dike. Dîsa bi heman boneyê, wê serê Dêra Katolîk Papa Fransîskûs jî were Polonyayê.

Ji ber van organîzasyonan, Polonya ku bi gelek welatan re sînorên xwe yên bejahî hene, mabeyna 4’ê Tirmehê-2’yê Tebaxê de wê kontrolên xwe yên sînor derxe asta herî bilind. Di vê çarçoveyê de tevî welatiyên YE jî wê kontrolên nasname û pasaportan bên kirin, di wesayîtan de jî lêgerînên hûrgilî pêk werin.

Tevdîrên derasayî yên li ser sînoran, xwe dispêrin xalên Hevpeymana Schengen ku di rewşên awarte de pêk tên.