Serokkamarê berê yê Elmanyayê Herzog mir
Hat ragihandin ku Serokkamarê berê yê Elmanyayê Roman Herzog ji ber sedemên nexweşiyê miriye.
Hat ragihandin ku Serokkamarê berê yê Elmanyayê Roman Herzog ji ber sedemên nexweşiyê miriye.
Serokkomar Joachîm Gauck, got ku em bi xemgînî, piştê nîvê şevê bi mirina Herzog hesiyan.
Roman Herzog ê 82 salî yê ku demekî dirêje di nav Partiya Yekitiya Demokratên Xirîstiyan (CDU) de siyaset dikir, di navbera salên 1994-1999’an de Serokkomariyê kiriye. Herzog, di beriya erka Serokkomariyê di eyaleta Rheînland-Pfalz û Baden-Wurttembergê erka wezîrtî û Cigirê Serokê Dadgeha Desturabingehîn girtiye.