Serokê populîst hat ser kar, polîsan di nava 50 rojî de 756 kes kuştin

Li Fîlîpînan, ku muzakereyên aştiyê yên bi gerîlayên komunîst re tên meşandin di hefteyên dawî de bi pêş ve çûne, tedbîrên polîsî yên rêveberiya zordar rê li ber mirina bi sedan kesî vekir.

Serokdewletê populîst Rodrîgo Dûterte, ku di meha Hezîranê de dest bi kar kir, di bin navê têkoşîna li dijî çeteyên narkotîkê de tedbîrên giran ê polîsî girt. Ji ber van tedbîran komkujî rû didin. Li gorî hejmara ji aliyê polîsan ve hatiye dayîn, di navbera 1'ê Tîrmehê-22'ê Tebaxê de 756 'gumanbar' di şerê li hemberî polîsan de hatin kuştin.

Midûriyeta Giştî ya Emniyetê îdîa kir, ku temamiya van kesan, ji ber 'li ber polîsan rabûne' hatine kuştin.

Li gorî heman daneyan, 1.160 kes bi rengekî 'kiryar nediyar' hatin kuştin û tê îdîakirin ku 273 ji van bazirganên narkotîkê ne. Lê nayê zanîn bê çiqas ji van 'kiryar nediyar e'. Fikar hene ku piraniya wan ji aliyê polîsan ve hatine kuştin.