Şerîda Gazeyê wê ji av û elektrîkê bêpar bimîne

Santrala elektrîkê ku yek ji sê parên rojê elektrîkê dide Şerîda Gazeyê, hat bêbandorkirin. Pêkane ku ev jî li ser vê herêma ji aliyê Misir û Îsraîlê ve hatine blokekirin, bê birîn.

Li Şerîda Gazeyê ku di destê Hamasê de ye û di navbera Hamas û Rêveberiya Xweser a Fîlîstînê de li vir pirsgirêk hene, yekane santrala ku elektrîkê dide herêmê ji duh ve naxibite. Hat ragihandin, ji ber ku bersiv ji pêwîstiya enerjiyê ya santralê re nehatiye dayîn, santral hatiye girtin.

Rêveber Samîr Metîr li ser santrala elektrîkê agahî da û diyar kir, bê bêbandorbûna santralê re wê elektrîka ji Şerîda Gazeyê re tê dayîn bi giranî were birîn. Metîr ragihand, elektrîka ku herî dawî 8 saetan dihate dayîn, wê dakeve 4 saetan.

Li Şerîda Gazeyê 2 mîlyon mirov dijîn. Ji ber rawestîna yekane santrala elektrîkê, fikar hene ku herêm bê av bimîne.