Schaeûble: Eger dengê 'erê' bi ser bikeve, dibe ku Tirkiye bikeve nava dîktatoriyê

Wezîrê Maliyeyê yê Elman Wolfgang Schaeûble diyar kir, eger di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê 'erê' bi ser bikeve, dibe ku Tirkiye bikeve nava dîktatoriyê.

Wezîrê Maliyeyê yê Elman Wolfgang Schaeûble ji Berpirsyarê Weşana Giştî yê kovara Der Spîege û nûçegihana derveyî welat a kovarê Brîtta Sandberg re axivî. Schaeûble got, eger di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê 'erê' bi ser bikeve, dibe ku Tirkiye bikeve nava dîktatoriyê.

Endamê Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) Schaeûble anî ziman, plansaziya wan a li ser alîkariya malî ya ji bo Tirkiyeyê, bi girtina nûçegihanê Dîe Welt Denîz Yucel re 'zehmet' bûye û got, "Di vê rêyê de em gelekî bi pêş ve çûbûn, lê belê ji nişka ve ev girtin çêbû."

Schaeûble anî ziman, piştî ku Yucel hate girtin wî ji Alîkarê Serokwezîr ê AKP'yî Mehmet Şîmşek re 'SMS'ek şand û di vê peyama xwe de ji Şîmşek re gotiye, "Xemgîn im, lê ev yek (girtin) kar tengav dike." Schaeûble girtina bi hezaran kesî ji nedîtî ve hat û balkêş e ku nebaşbûna têkiliyên wan bi Tirkiyeyê re, tenê bi girtina Denîz Yucel anî ziman.

Ji bo pirsa "referandûma 16'ê Nîsanê wê rê li ber rejîma şexsekî yan jî dîktatoriyê vebe?" Schaeûble got, "Em dikarin pêşnûmeya guhertina destûra bingehîn bi vî rengî bixwînin."

Wolfgang Schaeûble diyar kir, ku li gorî texmîna wan wê encameke wekhev ji referandûma Tirkiyeyê derkeve, lê belê encama misoger ne diyar e.