Salvegera damezrandina ANC hate pîrozkirin

Bi wesîleya 105. salvegera damezrandina partiya Nelson Mandela ANC merasîmek hate lidarxistin.

Merasîm li stadyûmeke li herêma Soweto ya li paytexta Johannesbûrgê pêk hat û Serokkomar Jacob Zûma lê axivî.

Tê payîn, Zûma yê 74 salî, di meha Kanûnê de dest ji serokatiya ANC berde. ANC ji sala 1994'an dema bidawîbûna rejîma Apartheîdê û vir ve li ser desthilatdariyê ye.

Serokkomarê Afrîka Başûr Zûma got, "Li dijî bêkarî, nelirêtî û newekheviyê ku dijminê me yê hevpar e, divê em ANC bibin yek ku mirovan li hev bicivînin."

Zûma ji ber hin rewşên sosret ên nelirêtiyê û kêmkirina partiya wî di hilbijartinên şaredariyan ên meha Tebaxê, qels dibe. Di nava ANC jî rexneyên tund li rêveberiya Zûma tê kirin.

Li Afrîka Başûr, ku mezintirîn aboriya Parzemîna Afrîkayê ye, lawaziya aboriyê û zêdebûna bêkariyê rê li ber pirsgirêkên cidî vedikin. Di mehên dawî de xwepêşandanên mezin ên protestoyî tên lidarxistin.