Rûsya, TIR’ên cebilxane barkirî yên dewleta Tirk ji çeteyan re dişand bombe kir - HAT NÛKIRIN

Piştî dewleta Tirk balafira şer a Rûs xist, balafirên şer ên Rûs li nêzî deriyê sînor ê Bab El-Selamê konvoya cebilxaneyan a ji çeteyên Ehrar El-Şam û Cephet El-Nusra re diçû bombe kir.

Piştî dewleta Tirk balafira şer a Rûs xist, balafirên şer ên Rûs li nêzî deriyê sînor ê Bab El-Selamê konvoya cebilxaneyan a ji çeteyên Ehrar El-Şam û Cephet El-Nusra re diçû bombe kir.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên pê bawer, balafirên şer ên Rûs li nêzî deriyê sînor ê bajaroka Ezaz konvoya wesayîtan a hat diyarkirin ku cebilxane tê de û ji aliyê AKP’ê ji çeteyên re tê şandin bombe kir.

Çavkaniyê ragihand ku êrîş saet nêzî 17.25’an li nêzî deriyê sînor ê Bab El Selam pêk hatiye. Hat ragihandin ku konvoya wesayîtan a cebilxane tê de û ji bo çeteyên Ehrar El-Şam û Cephet El Nusra diçû hedef hatiye girtin.

Tê ragihandin ku 7 kesên di konvoyê de hatine kuştin.

Duh piştî ku balafira Rûs li sînorê Sûriye-Tirkiye ji aliyê dewleta Tirk ve hat xistin û şûn ve balafirên şer ên Rûs cara yekem li Ezaz a girêdayî herêma Şehba çeteyên Ehrar El-Şam û Cephet El Nusra bombe kir.

Heman çavkaniyê diyar kir ku balafirên şer cara yekem li hember 3 baregehên çeteyan ên li Ezaz êrîş pêk anîne, di encama bomberdûmanê de der barê çeteyên hatine kuştin û birîndar bûne de agahiyeke zelal nehat wergirtin.