Rûsya: Şandina karkerên Tirk bandorê li projeyan nake

Wezareta Înşaetê ya Rûsyayê da xuyakirin, ku nexebitandina karkerên Tirk wê bandorê li projeyên ku niha bi cih tên anîn, neke.

Wezareta Înşaetê ya Rûsyayê da xuyakirin, ku nexebitandina karkerên Tirk wê bandorê li projeyên ku niha bi cih tên anîn, neke.

Rewşa aloz a têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê ku piştî xistina balafira şer a Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve destpê kir, dewam dike. Rûsya her roj bi daxuyaniyên nû re ji aliyê aborî, leşkerî û siyasî ve dorê li Tirkiyeyê teng dike. Şîrovegerên Rûs diyar dikin, ku pêngavên Pûtîn wê gav bi gav zêdetir bibin.

Piştî xistina balafira Rûs, Rûsyayê hemû têkiliyên xwe yên aboriyê yên Tirkiyeyê re betal kir. Bi fermannameya ji aliyê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve hat îmzekirin re, ji 1'ê Çileyê û pê ve xebitandina karkerên Tirk hat qedexekirin.

Rayedarên Tirk dan xuyakirin ku ev biryar wê ji aliyê aborî ve bandorê li Rûsyayê bike. Bersiva ji van daxuyaniyan re, ji Wezareta Înşaetê ya Rûsyayê hat. Wezaretê diyar kir ku şandina karkerên Tirk wê bandorê li Rûsyayê neke.

Wezaretê diyar kir ku nexebitandina karkerên Tirk li gorî briyara Pûtîn, wê bandorê li projeyên ku niha bi cih tê anîn, neke.

Ji Wezareta Înşaetê rayedarekî payebilind ji Ajansa Nûçeyan a Rûs-Rîa Novostî re axivî û got, "Wezaretî di wê baweriyê de ye ku nexebitandina karkerên Tirk, wê bandorê li dem û maliyeta projeyên niha di meriyetê de ne, neke. Li şûna karkerên Tirk, karkerên Rûs dikare bi cih bike."