Rûsya: Ji ketina balafira Malezyayê berpirs Ûkrayna ye!

Ji artêşa Rûs general Andrey Kobane, got ku ji ketina balafira rêwiyan a Malezyayê ku 2014’an pêk hatibû, Ûkrayna berpirs e.

Andrey Kobanê ji ber agahiyên têkîldarî êrîşa li dijî balafirê ku Tîrmeha 2014’an pêk hatibû û 298 rêwiyî jiyana xwe ji dest dabûn, bi raya giştî re nehatiye parvekirin rexneyên bi lêv kir, diyar kir ku ev rewş gumanan hê zêdetir dike. Generalê Rûs sedema ranegihandina belgeyan wek nîşane danî holê ku balafir ji ber êrîşek ji qada di bin kontrola artêşa Ûkraynayê hatiye xistin.

General Andrey Kobanê bal kişand ku li rojhilatê qada ku balafira Malezyayê hatiye xistin radarên Rûs hene, got fûzeyeke ku ji vê qadê hatibe avêtin divê ji hêla radarên Rûs bêne qeydkirin.

Balafira rêwiyan a li ser rêya Amsterdam-Kûala Lûmpûr bi nimro MH17, Tîrmeha 2014’an li ser Ûkraynayê ketibû. Dihat îdîakirin ku balafir bi fûzeyên BÛK ku Rûs çêdikin, hatiye xistin.

Rûsya jî îdîa dikir ku êrîş ji qadeke ku artêşa Ûkrayna kontrol dike pêk hatiye.

Tê payin ku encamên destpêkê yên rapirsîna navneteweyî ku 299 kesan jiyana xwe ji dest dan, roja Çarşemê bê ragihandin.