Rûsya di asta rekorê de gaza xwezayî difiroşe Elmanyayê

Li Rûsyayê, ku ji ber şerê navxweyî yê Ûkraynayê danekirin li ser hat ferzkirin, zêdebûna firotina gazê balê dikişîne.

Li gorî daxuyaniya rêveberê şîrketa Gazpromê ya cemaweriyê Aleksey Mîller, rêjeya gaza xwezayî ya par ji Elmanyayê re hat firotin, gelekî zêde bû.

Di sala 2016'an de bi giştî 49,8 mîlyar metrekup gaza xwezayî ji Elmanyayê re hat firotin. Di nava 2 hefteyên îsal de, li gorî heman dema par, firotina gazê ji sedî 21 zêde bûye. Heta roja îro cara yekê ye di vê astê de gaz ji Elmanyayê re tê firotin. Tê payîn ev yek di salên pêş de zêdetir bibe.

Rûsya di ser xeta Nord Stream re gazê difiroşe Elmanyayê. Di sala 2019'an de jî wê xeta Nord Stream 2 bikeve meriyetê û gaz jê bê firotin.

Lê belê gelek dewletên Ewropayê rexneyê dikin, ku bi projeya Nord Stream 2 re wê Elmanya ji aliyê enerjiyê ve hê bêhtir bi Rûsyayê ve were girêdan.