Royal: Pirsgirêka avhewa jî bi qasî terorîzmê girîng e

Ji bo Konferansa Aliyan a Peymana Guhertina Avhewayê ya NY (COP21) ku wê di 30'ê Mijdarê de destpê bike, amadekarî li ber qedandinê ne. Hişyarî hat dayîn ku konferans nekeve bin bandora neyînî ya êrîşên terorîstî.

Ji bo Konferansa Aliyan a Peymana Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP21) ku wê di 30'ê Mijdarê de li paytexta Fransa Parîsê destpê bike, amadekarî li ber qedandinê ne. Hişyarî hat dayîn ku konferans nekeve bin bandora neyînî ya êrîşên terorîstî.

Wezîra Enerjî û Hawirdorê ya Fransayê Sêgolêne Royal a ji COP21 re malovaniyê dike, da xuyakirin ku pirsgirêk avhewayê bi qasî ya terorîzmê girîng e. Royal got, "Pirsgirêka avhewayê bi qasî ya terorîzmê girîng e. Mijara ku qala wê tê kirin jî ewlekariya hemû gerstêrkan e." Royal hişyarî da û destnîşan kir ku divê ji ber komkujiyên hefteya bihurî, pirsgirêka avhewayê neyên ji nedîtî ve neyên dîtin.

Royal bibîr xist, ku ji bo pêşî li karesatên avhewayê were girtin, divê germahiya global bi 2 pileyan bê bisînokirin û da zanîn, ku divê rêxistinên hawirdorparêz û civaka sivîl xwedî li COP21 derkevin. Royal ji civaka sivîl xwest ku li hemberî pirsgirêka avhewayê bêhtir mobîlîze bibe.

Konferans Neteweyên Yekbûyî (NY) a bi navê COP21, wê di 30'ê Mijdarê de li Boûrget a nêzî Parîsê destpê bike û heta 11'ê Kanûnê bidome. Tê payîn ku di merasîma vekirina konferansê de serokên dewlet û hikûmetên 140 welatan amade bin. Ji ber komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê, rewşa awarte hatibû îlankirin ku xwepêşandanên mezin ên di navbera 29'ê Mijdarê-12'ê Kanûnê de hatibûn plankirin, hatin betalkirin.

Di 12 rojên COP21 de wê bi tevkariya 340 rêxistinên hawirdorê yên navneteweyî re, zêdeyî 300 bernameyên nîqaş û konferans werin lidarxistin.

Lêkolînên heta roja îro hatin kirin nîşan didin ku ji bo pêşî li karesatên avhewayê werin girtin, pêwîste germahiya global heta sala 2100'î li gorî ya sedsala 19'an bi zêdebûna bi 2 pileyan bê bisînorkirin. Di rewşeke berevajî de wê gelek karesatên avhewayê rû bidin û beşeke girîng a qadên çandiniyê tine bibe. Bi vê yekê re jî tê texmînkirin ku bi sed mîlyonan mirov bibin' penaberên avhewayê'.