Ronahiya kesk êşa mîgrenê kêm dike

Li gorî lêkolîneke zanyaran, ronahiyên spî, şîn û sor êşa mîgrenê giran dike, lê ronahiya kesk vê êşê kêm dike.

Tê zanîn, mirovên êşa mîgrenê bi wan re heye, li hemberî ronahiyê hesas in. Ji ber ku noronên daneyên ji retîna tên radigihînin û noronên ji hesta êşê digihêjin hev, ev hesasiyet derdikeve holê.

Dr. Ramî Bûrsteîn ê li Zanîngeha Harvardê lêkolîn li ser kesên êşa mîgrenê dikişînin kir û derxist holê, ku ronahiya kesk êşa mîgrenê sivik dike. Nexweşên mîgrenê yên tevlî vê testê bûn, dan xuyakirin ku ronahiya şîn û sor êşên wan giran dikin, lê ronahiya kesk bandoreke erênî li wan dike.

Li gorî Bûrsteîn, ji bo ronahiya kesk di tedawiya êşê de bê bikaranîn, divê hînê gelek test werin kirin. Lê belê zanyar ji vê encama derketiye holê gelekî bi hêvî ne.