Rojeva 2017 a partiyên çep û rast ên Fransayê

Li Fransayê, ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên Nîsana 2017'an, pêşbirka namzetiyê ya li nava partiyên rastgir û çep xurt dike.

Serokwezîrê berê Françoîs Fîllon jî di nav de duh gelek siyasetmedaran dan xuyakirin ku ew ê di pêşhilbijartinan de namzet bin.

Piştî rêveberiya neyînî ya Serokkomar Françoîs Hollande yê ji Partiya Sosyalîst (PS) partiyên çep zehmetiyê dikişînin ku namzetekî hevpar destnîşan bikin. Li aliyê rastgiran jî Şaredare Bordeaûxê û Wezîrê Karên Derve yê berê Alaîn Jûppe derdikeve pêş.

Di nava partiya PS de, tê gotin ji baskê çepgiran Benoît Hamon û Arnaûd Monteboûrg namzetên xurt ên pêşhilbijartinan e. Tê payîn, eger Hollande bibe namzet, Monteboûrg wê di tûra duyemîn de bi ser bikeve.

Li nava çep a radîkal jî namzetiya Jean-Lûc Mêlenchon zelal bûye. 

Tê gotin, eger partiyên çep namzeteke/î hevpar dernexînin, wê di hilbijartinên meha Nîsanê de zehmetiyê bikişînin.

Li nava rastgiran jî tevî namzetiya Serokkomarê berê Nîcolas Sarkozy, namzetiya Serokwezîrê berê Françoîs Fîllon jî zelal bûye. Fîllon beriya niha ji Sarkozy xwestibû, ku ji ber lêpirsînên têkildarî wî hatine vekirin bi berpirsyarî rabe û xwe ji namzetiyê vekişîne.

Li gorî anketan, di hilbijartinên 2017'an de lîdera rastgir Marîne Le Pen, li hemberî hemû namzetên çep û rastgir di tûra yekemîn de bibe yekemîn. Li hemberî Marîne Le Pen tê payîn ku bi tenê Wezîrê Karên Derve yê berê Alaîn Jûppe di tûra destpêkê de dengê herî zêde bigire.