Roja Çarşemê wê asteroîdek di ber cîhanê re derbas bibe

NASA'yê ragihand, asteroîdekî bi 600 metreyî dirêj, wê roja Çarşemê di ber cîhanê re debas bibe. NASA'yê diyar kir, asteroîd wê ti zerarê nede cîhanê.

NASA'yê der barê mijarê de daxuyaniyek da û got, "Asteroîd wê li cîhanê nekeve, lê belê cismekî ji cezayê tê, wê yekemcar ewqasî nêzî cîhanê bibe." NASA'yê ragihand, asteroîdê navê 2014-JO25 lê hatiye kirin, bi qasî 650 metre dirêj e û wê ji cihekî ku 1.8 mîlyon kîlometreyî dûrî cîhanê ye, derbas bibe.

Hat gotin, asteroîd 2014-JO25 herî dawî 400 sal beriya niha di ber cîhanê re derbas bûbû û wê piştî 2600 salên din dîsa bê dîtin.

Hat ragihandin asteroîdê navborî wê di ber cîhanê re derbas bibe, piştî ku li dora rojê geriya wê ber bi Jûpîterê ve biçe û bikeve navenda sîstema rojê.