Rewşa Awarte ji aliyê Meclîsa Misrê ve hate erê kirin

Piştî êrîşên li ser dêran ên li Misrê, pêkanîna Rewşa Awarte ji aliyê Parlamnetoyê ve hate êrê kirin.

Di êrîşa bi bombeyan a li dijî dêrên li bajarên Îskenderiye û Tanta ya ku dikeve bakurê paytexta Misrê Qahîre pêkhatî, hêrî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Piştî êrîşan ji aliyê Serokkomar Abdulfettah El Sîsî ve Rewşa Awarte hatibû îlankirin.

Rewşa Awarte ya ku 3 mehan bi biryarnameya Sîsî, îro di dengdayîna Meclîsa Nûnerên Misrê de hate qebûlkirin.

Têkildarî dengdayînê li gorî nûçeya televziyona dewletê Nİle News, parlamenteran bi 'yekitiya dengan' biryara Rewşa Awarte dane.

Rewşa Awarte ji 10'ê Nîsanê saet 13:00'an ve ketiye meriyetê.